Îmaratê 21 kes û rêxistinên lubnanî weke ‘terorîst’ îlan kir
Îmaratê bi hinceta ku têkiliya wan li gel Hizbullahê heye 21 kes û sazî li ‘lîsteya terorîstan’ zêde kirin. Biryar, di dema zêdebûna rageşiya li Kendavê ya piştî şerê Îran û DYA-Îsraîlê hat girtin.

Îmaratê bi hinceta ku têkiliya wan li gel Hizbullahê heye 16 welatiyên Libnanê û 5 saziyên ku navenda wan li Lubnanê ye li lîsteya ‘’piştgirên terorê’’ zêde kirin. Biryara berbehs, ji aliyê ajansa nûçeyan a fermî WAM’ê ve hate ragihandin.
Di daxuyaniyê de hate xwestin ku hemû saziyên ku têkiliya wan a fînansî û bazirganî li gel kes û saziyên di lîsteyê de cih digirin, heye werin tespîtkirin û tedbîrên hewce werin standin. Rayedaran dan zanîn ku malhebûnên kes û saziyên berbehs wê di nava 24 saetan de werin betalkirin.
Îmaratê piştî êrîşên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Îranê li Kendavê bûbû armanca sereke ya êrişên Îranê yên bersivdayînê.
Rêveberiya Abu Dabiyê di meha adarê de dabû zanîn ku wê ‘hucreyeke terorê’ ku dihat îdîakirin têkiliya wê li gel Hizbullah û Îranê heye, bêbandor kiriye. Rayedaran anîbûn ziman ku ev avanî ketina nava aboriya welêt û armanc dikin ku operasyonên ku zirarê bidin aramiya fînansî pêk bînin. Hizbullahê jî ev yek red kiribû û diyar kiribû ku tu malhebûnên wê li Îmarat tune ye.


