KNKê bi daxuyaniyeke bersiva Trump da

KNKê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Donald Trump ên der barê kurdan da. KNKê diyar kir ku gotinên Trump kurdan dike hedef û hişyarî da ku li dijî kurdan planek nû tê kirin.

1 deqe xwendin
KNKê bi daxuyaniyeke bersiva Trump da

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump vê dawiyê çend caran gotibû ku "Amerîkayê çek dane kurdan da ku wan bidin muxalîfên li dijî rejîma Îranê, lê kurdan van çekan ji xwe re birine."

KNKê diyar kir ku di van daxuyaniyan de tohmetên giran li dijî kurdan tên kirin û destnîşan kir ku ev daxuyanî dikarin beşek ji planeke dijî-kurd bin. KNKê got: “Hin hêzên xêrnexwez û dijî kurdan planekî dijber dimeşînin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkiliyên di navbera kurdan û Amerîkayê de bi salan e hene û wiha domand: “Rojên baş û rojên nebaş jî me bi hevre derbas kirine. Ev helwest tevahiya kurdan di bin tuhmetê de dihêle û peywendiyên kurd û Amerîka xira dike.

Em weke KNKê, vê helwestê qebûl nakin û bi xeter dibînin. Ev bûyer çiqas raste an ne raste, ne diyare û divê bê zelalkirin. Em dizanin partî û rêxistinên endamê KNKê, di nava karekî bi vî rengî de nîn in û neketine nava karekî bi vî rengî jî. Agahdariya me jî ji vî karî nîn e.”

KNKê, bang li Trump kir ku ji tewanbarkirina hemû kurdan dûr bisekine û daxwaz kir ku bi zelalî aşkere bike ka ew bi kîjan komên kurdan re xebitîne.

Di daxuyaniyê de, her wiha ji komên kurdan ên ku bi tohmetan hatine hedefgirtin hat xwestin ku daxuyaniyek giştî bidin.

KNKê di dawiyê de, destnîşan kir ku her çend kurdan di çarçoveya têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê de bi hêzên navneteweyî re têkiliyên dîplomatîk pêş xistine jî ew ne nûker û leşkerên tu hêzekê ne û hat gotin ku kurd dê li gorî îradeya xwe ya siyasî û nirxên xwe yên mirovî tevbigerin.