Îsraîlê li Lubnanê zarok jî di nav de gelek kesan kuşt
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li başûrê Lubnanê li zêdeyî 40 noqteyên leşkerî û binesaziyên Hîzbûllahê hat xistin. Di nava kesên hatine kuştin de, zarok jî hene.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku di nava noqteyên hatine hedefgirtin de depoyên çekan û avahiyên bi armanca leşkerî dihatin bikaranîn, hene.
Artêşa Îsraîlê herwiha ragihand ku hin endamên Hîzbûllahê “yên ji bo hêzên Îsraîlê gef çêdikirin” hatine kuştin û li rampayên fuzeyan jî hat xistin. Hat îdîakirin ku ev fuze wê ji bo êrîşkirina xaka Îsraîlê hatiban bikaranîn.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê, li herêmên Jiye û Saadiyat ên başûrê Beyrûtê, vê siharê bi 3 dronan li dijî wesayîtan êriş pêk hat û 2 zarok jî di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên roja sêşemê de yek jê leşker, du jê wezîfedarên tenduristiyê herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Tê diyarkirin ku tevî agirbesta di meha nîsanê de ketî meriyetê jî, êrişên Îsraîlê li Lubnanê didomin û ji dema agirbestê ve derdora 400 kes hatine kuştin.


