Êrişa Îsraîlê ya li dijî Lubnanê didome
Artêşa Îsraîlê êriş bir ser bajarê Nebatiye yê li başûrê Lubnanê û di encamê de 6 kes mirin, 22 kes birîndar bûn. DYAyê jî ragihand ku agirbesta navbera aliyan, ji bo 45 rojan hat dirêjkirin.

Artêşa Îsraîlê Navenda Parastina Sivîl a li bajarê Nebatiye ya li başûrê Lubnanê hedef girt. Di êrişê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Îsraîlê duh bi şev êriş bir ser navendeke tenduristiyê ya li bajarokê Haruf a girêdayî Nebatiyeyê û di encamê de 3 jê wezîfedarên tenduristiyê, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes birîndar bûn.
Di nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê de, hat ragihandin ku êriş li navenda tenduristiyê bûye sedema hilweşîneke mezin.
Li aliyê din, berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYAyê Tommy Pigott li ser Xê daxuyanî da û got, agirbesta ku 16ê nîsanê hat îlankirin, wê 45 rojên din jî were dirêjkirin.


