8 binçavkiriyên Bagcilarê hatin berdan

Duh li navçeya Bagcilara Stenbolê 8 kes dema êrişên li ser Rojava şermezar dikirin hatibûn binçavkirin, her 8 kes piştî îfadeyê hatin berdan.

1 deqe xwendin
8 binçavkiriyên Bagcilarê hatin berdan

Li Stenbolê çend roj in êrişên li ser Rojava yên çeteyên HTŞ SMO û DAIŞê yên girêdayî dewleta Tirkiyeyê tên şermezar kirin. Bi sedan kes daketin qadan û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Polîsan duh li Bagcilarê êrişî çalakiya welatiyan kiribû û 8 welatî binçav kiribûn. Piştî karûbarên îfadeyê li Midûriyeta Polîsan a Vatanê hatin berdan.