8 hezar malbat li benda vegerê ne
Fermandarê Giştî yê Asayişa Hesekê Mehmûd Xelîl, diyar kir ku mijara wan a sereke berdana kesên dîl hatine girtin û vegera koçberan e û got: “Ji bo dîl bên berdan û koçber vegerin warên xwe lijneyek hatiye avakirin. 8 hezar malbatên efrînî li Cizîrê li benda vegerê ne.”

Fermandarê Giştî yê Asayişa Hesekê û alîkarê ewlehiya Bajarê Hesekê Mehmûd Xelîl, der barê xebatên ji bo berdana dîlgirtiyan û vegera koçberan de ev agahî dan. Mahmud Xelîl anî ziman ku di 29ê çileyê de di navbera HSD û HTŞê de li ser 14 xalan hevpeyanek hat îmzekirin û wiha got: “Xaleke vê peymanê li ser berdana dîlgirtiyan bû. Li gorî peymanê hat xwestin ku em her du alî jî dîlgirtiyên di destê xwe de serbest berdin. Ji bo berdana dîlgirtiyan lijneyek hat avakirin. Di nav lîjneyê de waliyê Hesekê û Helebê, Midûrê Ewlehiyê yê Hesekê, Midûrê Ewlehiyê yê Helebê û ez ji wekî alîkarê Midûrê Ewlekariyê yê Hesekê, em 5 kes hatin erkdarkirin. Li aliyê din lijneyeke ku ji 4 kesan pêk dihat ji aliyê Serokê Sûriyeyê Ahmet El Şara ve hat diyarkirin. Ji van çar kesan 2 kes yên lijneya penaberan û 2 kes jî yên lijneya girtiyan in. Ev 2 lijne bi hev re dixebitin.
69 dîl bê agahî berdan
Mehmûd Xelîl da zanîn ku di nav karê pratîkî yê xebatê de ew jî cih digire û got: “Koma ewil ku ji 69 kesan pêk dihat bêyî agahiya me berdan. Gotin ‘me berdane’ lê teslîmî me nekirin. Ji ber vê yekê pirsgirêk derketin. Ew dûrî Heleb, Hesekê û Qamişloyê serbest berdan. Hinek li Hemayê, Hinek li Hims û Dêrazorê hatin berdan. Heta ku me xwe gihand wan û ew tespît kirin gelek dem derbas bû. Heta me xwe gihand malbatên wan dem derbas bû.”
700 HSDyî dîlgirtî ne
Mehmuûd Xelîl diyar kir ku piştî 69 kesan koma duyemîn ku ji 100 kesan pêk dihat hatin berdan û ev agahî dan: “Bi koma yekemîn û duyemîn nêzî 170 kes hatin berdan. Koma sêyemîn ji nêzî 300 kes hatin berdan. Di vê navberê de ji bo kesên dîl hatine girtin serbest bêne berdan civîn hatin lidarxistin.”
Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrînî) da zanîn ku wan di civînan de diyar kiriye ku hemû girtiyên her du aliyan bi temamî bên berdan û wiha got: “Me 469 dîlgirtî ji destê wan wergirtin. Lê li gorî lîsteya HSDê nêzî 700 dîlgirtî hene. Lê rayedarên dewletê jî ji me re dibêjin ‘girtiyên we yên li cem me 1070 kes in’. Me wisa texmîn kir ku yên din mirovên welatparêz in. Lê ew dibêjin hemû HSDyî ne. Sivîlan jî ji HSDê dihesibînin.”
26 jinên YPJyî dîl in
Mehmûd Xelîl anî ziman ku ji dîlgirtiyên wan nêzî 80 kes di destê wan de ne û wiha berdewam kir: “Yên wan nêzî 80 kesî ne û yên me jî nêzî 230 kesî dîlgirtî ne. Dema 300 dîl dewrî me kirin, me got divê hevalên jin jî di nav wan de hebin. Lê gotin em dikarin 11 jinan dewrî we bikin û yên din jî piştre berdin. Me jî got ji bo hemû bên berdan em vê yekê zêde nekin pirsgirêk. Ji 11 jinan 5 jin endamên HSDê ne û 6 jin jî sivîl in. Ev kesên sivîl kurd in. Lê ne eleqeya wan bi HSDe re heye û ne jî bi dozê re heye. Li gorî hesabê me 31 endamên YPJê di destê wan de ne. 5 kes hatin berdan, lê hîn 26 endamên YPJê jî di destê wan de ne.”
Mehmûd Xelîl anî ziman ku ji ber cejna Remezanê û cejna Newrozê ket navberê, navber dan xebatê û wiha berdewam kir: “Di vê navberê de ji aliyê Ahmet Şera ve 4 walî hatin hilbijartin. Waliyê Şam, Heleb, Reqa û Waliyê Hesekê hatin diyarkirin. Dîsa ji van 4 bajaran mirovên kurd jî xwestibûn ku ji bo Newrozê bi hev re pîroz bikin. Kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn ji hemû partiyan û hemû pêkhateyên civakê bûn. Ev kesên hatin beşdarî Newrozê bûn, ji aliyê rayedarên van bajaran ve hatibûn diyarkirin. Dema em çûn civînê, diyar kirin ku ev civîn civîneke civakî ye. Gotin ev civîna ewlehiyê dê piştre çêbibe. Piştre me bi hevre civîna ewlehiyê li dar xist. Ji Hesekê ez midûrê karê ewlehiyê li wir bûm.”
Karê entegrasyonê giran di meşe
Mehmûd Xalîl bi bîr xist ku di civînê de li ser meseleyên entegrasyonê û mijarên din axivîn û wiha lê zêde kir: “Me diyar kir ku di mijara entegrasyonê de kar dereng dimeşe. Di civînê de alîkarê Şera yê karê entegrasyonê dimeşîne jî amade bû. Di civînê de ji beşdaran re got ‘çi tê xwestin divê bê kirin’. Mijara dîlgirtiyan hat rojevê. Diyar kirin ku di diyarkirina girtiyan de zahmetiyan dijîn. Gotin girtî li gelek girtîgehan belav bûne û heta wan tespît dikin zahmetiyan dikişînin. Me diyar kir ku dîlên di destê me de hemû amade ne.”
8 hezar malbatên Efrînê li Cizîrê ne
Mehmûd Xelîl da zanîn ku piştî cejnê dê dîsa bi heman komîsyonê re civîna xwe pêk bînin û li ser rewşa dîlgirtî, koçber û penaberan rawestin û wiha lê zêde kir: “Dosya ewil li ser dîlgirtiyan bû. Dosya duyemîn jî mijara penaberan bû. 8 hezar malbatên efrînî li herêma Cizîrê ne. Nêzî 40 hezar kes in. Me ji wan nêzî 400 malbat nêzî 2 hezar kesan derbasî Efrînê kirin. Me plan kir ku malbatên ku xaniyên wan li wir hene biçin malên xwe. Yên malên wan tune ne jî biçin cem xizmên xwe. Hin malbatên ku çûn Efrînê cihê wan tune bû. Komîsyon mecbûr ma ku biçe wan bi cih bike. Hin malbatên ku çûn û xaniyê wan ne vala bûn jî hebûn. Ji ber vê yekê jî pirsgirêk derket.”
Mehmûd Xelîl, anî ziman ku dê komîsyoneke din jî, ji aliyê Ahmet Şera ve bê diyar kirin û got: “Ev komîsyon dê malên ku ji derve hatine û li vir bi cih bûne, wan ji van malan derxîne. Niha mijarên esasî yên girêdayî herêmê mijara dîlgirtiyan û mijara koçberan e ku ji cih û warên xwe koçber bûne.”
Bi fermî li Şamê Newroz pîroz kirin
Mehmûd Xelîl destnîşan kir ku wan cara ewil bi awayekî fermî li Şamê Newroz bi hev re pîroz kir û wiha pêde çû: “Bi coşeke mezin Newroz hat pîrozkirin. Piştî civînê ala Sûriyeyê li Kobanê hat xwarê. Ev yek di nav ereban de bû sedema nerazîbûnan. Dîsa li hin bajarên din li dijî hêzên hikûmetê êriş hatin kirin. Em wekî komîsyon û kordînasyona ji bo vê rewşê aram bikin heta derengê şevê li Şamê man. Ji ber van geşedanan ez mecbûr mam ku dîsa vegerim Hesekê. Kesên alozî derxistin hatin girtin. Niha hinek rewş aram bûye. Em li bendê ne civîneke din bi hev re pêk bînin û bi hev re xebatên xwe bimeşînin.’’
Valakirina malên efrîniyan
Mehmûd Xelîl bal kişand ser rista komîsyonê ku ji aliyê Ahmet Şera ve hatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Ev komîsyon, dê malên ku ji Hims, Hema, Heleb û deverên din hatine li Efrînê bi cih bûne tespît bikin û ji bo wan cihekî peyda bikin. Dê wan dîsa bişînin cih û warên wan ên berê. Yên malên wan hene dê wan dîsa bizivîrinin malên wan. Yên malên wan tune ne jî dê çareyekê ji wan re peyda bikin. Ji bo vegera malbatên Efrînê, di serî de yên xanî û malên wan hene, em wan tespît bikin û bizîvirînin Efrînê.’’
Artêşeke bê jin dixwazin
Mehmûd Xelîl herî dawî bal kişand ser entegrasyona jinan a di nav artêşê de jî û ev agahî dan. “Divê ev pirs ji YPJê bê kirin. Rayedarên dewletê bi israr dibêjin di meseleyên eskerî de jin tune ne. Dîsa di mijarên qanûnî de jin tune ne. Dibêjin di nav artêşê de jin tune ne. Lê dikarin di nav hêza ewlekariya hundirîn de cihê xwe bigirin. Heta niha YPJê ev sekna dewletê qebûl nekiriye. Nûnerên jinan xwestiye li ser vê meseleyê bi Ahmet Şera re civînekê pêk bîne. Ev mijar hîn tê nîqaşkirin û bi dawî nebûye. Ji bo demên pêş civîn kengî pêk bê ne diyar e. Di civîna pêş de em ê plansaziya vegera li Efrînê û dîlên di destê wan de çêbikin.”


