Jinan gul û name ji Îmraliyê re şandin
Aktîvîstên TJAyê li Gemlîkê meşiyan û piştre gul û name avêtin Behra Marmarayê û silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.

Bi sedan aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ji bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin Gemlîkê. Di ketina navçeyê de bi hinceta ku ketin û daketina navçeyê ji hêla Walîtiya Bûrsayê ve ji bo hefteyekê hatiye qedexekirin, jinan li dijî vê yekê ketina Gemlîkê meşiyan. Piştre daxuyanî dan. Jinan xwest ku demildest hiqûqa pêvajoyê bê afirandin û şert û mercên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên amadekirin.
Komeke jinan piştî daxuyaniyê ketin navçeya Gemlîkê û ji bo ku silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin ava ku ji çemê Dîcle, Firatê anibûn û her wiha gul û name avêtin Behra Marmarayê. Jinan li vir dirûşma “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye” berz kirin.
‘Daxwaz diyar e, daxwaz aştî û azadî ye’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz a li vir axivî. Sumeyye Boz diyar kir ku hezaran jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatine Gemlîkê û got: “Ji bo statuya Abdullah Ocalan were diyar kirin û azadiya wî ya fizîkî pêk were em hatin bahev. Çawa ku ava Dîcle û Firatê li vir bi ava Behra Marmarayê re gihiştin hev, daxwaza em ew e ku di nava civakeke demokratîk de hemû bawerî bi vê fikrê de bigihin hevdû û em pêşerojê ava bikin. Daxwaz diyar e, daxwaz aştî û azadî ye. Her çiqas asteng kirin jî meşa jinên Kurd gihişt armancê.”


