Li dijî tiryakê meşiyan

Platforma Şiyar be! Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Mêrdînê, li navçeya Qoserê li dijî tiryak û fihûşê meşiyan.

1 deqe xwendin
Li dijî tiryakê meşiyan

Platforma Şiyar be! Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya Mêrdînê, li Taxa Ataturkê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê meşiyan. Di meşê de pankarta “Ne jehrê hêviyê hembêz bike” hilgirtin. Komê gelek caran dirûşma “Na ji tiryakê re” berzkirin. 

Ji rêveberên DEM Partiyê ya Mêrdînê Dîlan Koç piştî meşê axivî û got ku temenê tiryakkêşên li herêmê daketiye temenê 9 saliyê û got: “Ev di heman demê de pirsgirêka pergalê ye. Tiryak û fihûş ji wan sûcên li dijî rûmeta mirovahiyê û civakê hatine kirin in. Pergala kapîtalîst vê rizîbûnê weke rewşekî xwezayî nîşan dide. Yek ji pirsgirêka herî girîng a civakê jî nerêxistinbûn e. Civakên li ser esasên rast xwe birêxistin kirin, dikarin van pirsgirêkên kûr çareser bikin.” 

Rêveberê Şaxa SESê ya Mêrdînê Mucahît Cehveroglû jî îşaret bi pirsgirêkên weke tiryak, xizanî û fihûşê kir û got: “Çareseriya van pirsgirêkan, bi rêxistiniya civakî pêkan e. Hewceye pêvajoya jinûveavakirina civakê li ser bingeha nirxên exlaqî were birêxistinkirin û bike ku ciwan û civak dîsa li cewhera xwe vegere.”