Çalakvanan gora Xezal Mewlan ziyaret kirin
Nûnerên cuda yên civakê li Silêmaniyê serdana gora Xezal Mewlan kir û destnîşan kirin ku xwedî li hemû şehîdên Kurdistanê derdikevin.

Ji beşên cuda ya civakê li Silêmaniyê ji bo bîranîna şehîdan serdana gora Xezal Mewlan a li Goristana Şêx Ehmed Hindî kirin. Li ser gorê dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke’ qîr kirin.
Li vir çalakvan Neşmîl Elî axivî û destnîşan kir ku ji bo hevxemiya xwe ya xelkên Rojhilatê Kurdistanê nîşan bikin serdana goristanê kiriye û got: “Em xwedî li hemû şehîdên beşên Kurdistanê derdikevin, ti alî nikarin yekdengiya Kurdan tine bikin.”
Humermend Şoxan Ehmed jî anî ziman ku armanca wan kombûna li vir ewe ku di hemû rewşan de bi şehîdan re ne û got: “Divê nexweşxane deriyên xwe li ser nexweşan negire û wan derman bikin. Divê doxtor, rewşenbîr û humermend di xema mirovatiyê de bin.”
Di dawiyê de gelek şitil hatin çandin.
Hêjayî bibîr xistinê ye 14ê Nîsanê di encama êrişa rejîma Îranê de ya li ser Kampa Sûrdaş ya li Silêmaniyê pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê Xezal Mewlan temen 20 salî jiyana xwe ji dest dabû.


