Abdullah Ocalan: Hevdu înkarkirin xefik e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtekên hevdîtina Komîsyona Meclisê de bal dikşîne ser hevqebûlkirinê û dibêje: “Pêwîste her du nasname jî li hemberî hev rêz bigirin. Heke hevdû tune bihesibînin, dikevin xefikê. Ev xefikek e.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtekên hevdîtina bi Komîsyona Meclisê de balê dikişîne ser girîngiya komîn, entegrasyon û demokratîkbûnê û wiha dibêje: “Koka Komînê bi kurdî ye, tê wateya civak, kombûnê, di Serdema Navîn de tê wateya şaredarvaniyê, şaredarvaniya gel, şîrketbûn, demokrasiya herêmî ye, ji bo Tirkiyeyê jî vê pêşniyar dike.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan dike ku ya ji bo Tirkiyeyê dixwaze ji bo Sûriyeyê jî dixwaze û dibêje: “Ev yek demokrasiya herêmî û komîn (şaredarvaniya demokratîk) e. Vê mijarê her roj difikirim. Di vê çarçoveyê de bi wan re (HSD) dê diyalogê saz bike. Difikirim ku dê ew jî guhdariya min bikin lê belê dê bi yek alî tevnegerin. Divê Ahmed El-Şara jî wekî HSDê ji bo Sûriyeya demokratîk gavan bavêje.”
Abdullah Ocalan diyar dike ku belasebep dîrokê venabêje û wiha berdewam dike. “Li Sûriyeyê netewperestiyeke giran a ereban heye. Li wê derê tirkmen jî hene, dê bi xwe jî (HSD) wekî kurdan heqê wan berçav bigirin. Di mijara Sûriyeyê de 8 xalên peyamana 10ê Adarê hene, ew ê van esas bigirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî balê dikişîne ser têkiliya Anatoliya û Mezopotamya û wiha dibêje: “Tirkîbûna Anatoliyê girêdayî kurdbûnê ye, kurdbûna Mezopotamyayê jî girêdayî Anatoliyê ye. Kurd û tirk, hezar sal in di nav hev de dijîn. Tirkmenên Karakeçîlî yên li Rihayê ji min bêtir kurd in. Germiyaogullari di eslê xwe de kurd in, di nava demê de bûne tirk. Divê ev rastiya dîrokî li ber çavan were girtin. Pêwîste her du nasname jî li hemberî hev rêz bigirin. Heke hevdû tune bihesibînin, dikevin xefikê. Ev xefikek e.”


