Abdullah Ocalan ji bo 8ê Adarê amade kir
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, di bernameyeke taybet a JIN TVde destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamekê parve bike. Pervîn Buldanê, got ku Abdullah Ocalan bi wesîleya 8ê Adarê danezanek amade kiriye û ev danezana di asta nexşerêyê de dê di mitîngên 8ê Adarê de bê xwendin.

‘Danezan di asta nexşerêyê ye’
Pervîn Buldanê derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Di 16ê sibatê de me bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Me xwest nêrînên wî yên têkildarî 8ê Adarê guhdarî bikin. Ji me re got ku di nava amadekariyeke dirêj de ye, danezanekê amade dike. Di hevdîtinê de destnîşan kir k ev danezan dê di asta nexşerêyekê de be, diyar kir ku danezan dê beriya 8ê Adarê amade be û bigihije destê me. Ev danezan dê di mitîngan de bê xwendin. Em dizanin ku xebatên girîng ên Birêz Ocalan li ser meseleya jinê hene. Birêz Ocalan, 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Bi vê danezanê dê peyamên girîng bên dayin.”


