Abdullah Ocalan: Kurd û tirk nikarin bêyî hev bijîn
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi şandeya Komîsyona Meclisê de, bal kişandiye ser girîngiya tifaqa gelê kurd û tirk û wiha dibêje: “Li vê erdnîgariyê tirk bêyî kurdan û kurd jî bêyî tirkan nikarin bijîn. Di serkeftina Melazgirê de rola kurdan gelek zêde ye.”

Tevahiya girtekên hevdîtina şandeya Komîsyona Meclisê ku di 24ê mijdara 2025an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatibû kirin di 23yê çile de hatin parvekirin. Di hûrguliyê hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikşîne ser girîngiya tifaqa gelê kurd û tirk.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikişîne ser tifaqa gelê kurd û tirk û wiha dibêje: “Li vê erdnigariyê, tirk bêyî kurdan û kurd jî bêyî tirkan nikarin bijîn.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan dike ku li pişt serkeftina Melazgirê ya Sultan Alparslan, piştgiriya Mîrektiya Mervaniyan a li Farqînê û Mîrektiya Kurd a li Xelatê heye û wiha dibêje: “Ev yek di pirtûka Osman Turan de berfireh hatiye vegotin. Serkeftina Melazgirê serkeftinek ku bandora kurdan tê de pir zêde bûye, bi vê yekê deriyên Anatoliyê ji tirkan re vebûne lê heta Firatê, Riha û Meletiyê berfireh bûye, vê yekê derfet daye ku wê demê kurd jî nefes bigirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan dike ku Ataturk ji serokeşîrekî li Bazîdê re gotiye ‘Ku em di vî şerî de li dijî hev şer bikin ne Kurdistan ne jî Tirkiye dimîne û wiha gotiye: “Mustafa Kemal gotiye ‘Herdu jî dê winda bikin. Ji bilî yekîtiyê rêyek din tune ye’ Piştre di şer de serketiye û piştgiriya kurdan ji bîr kiriye. Di rojên borî de li Hewlêrê kongreye û li Almanyayê Kongreya yahûdî-kurdan çê bû, ev pir girîng in.”


