Agahî ji ciwanê ku polis îşkece lê dike nayê girtin
Polisan li Nisêbînê bi awayekî hovane îşkence li ciwanê kurd Diyar Koç kir.

Li ser platforma dijîtal a Înstgramê xwediyê hasabekî netewperest, dîmenekî îşkenceyê parve kir. Di dîmenan de tê dîtin ku li Nisêbînê polis ciwanê bi navê Diyar Koç digirin û bi awayekî hovane îşkence lê dikin.
Di dîmen de xuya dike ku xwendevanê Zaningeha Firatê ya Xarpetê Diyar Koç ji serê xwe derbeyeke giran xwariye û travmayê derbas dike. Der barê aqubeta Diyar Koç de tu agahî nehatin bidestxistin.


