Agirê Newroz li 10 navendan geş bû

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” dest pê kir.

1 deqe xwendin
Agirê Newroz li 10 navendan geş bû

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” dest pê kir. Ji bo pîrozbahiya li kêleka Otogara Bismil, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî derbasî qadê bûn. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70'ê salî her kes lê kom bûn, dirûşmeyên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo"tên berzkirin. Bi sedan kesên ku li qadê kom bûn Newroza xwe bi govendê pîroz dikin. Di pîrozbahiyê de Koma Dilzar û Hunermend Azad Bedran dê derkevin ser dikê û Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Serhat Eren weke axaftvan beşdar bibe.

Mîdyat

Li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê jî bi heman dirûşmeyê bi hezaran welatî li Kêleka Otogarê kom bûn û Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin. Endama MYKê ya DEM Partiyê Yuksel Mutgu derket ser dikê û li ser girîngî û wateya Newrozê axivî. Dîsa der barê geşedanên siyasî de xitabî gel kir.

Giyadîn

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî gel bi heman dirûşm û şîarê Newroz bi coşeke mezin pîroz kir. Bi hezaran kesên li qada Xeraca Mînîbusan kom bûn, Newroz pîroz kirin.Navendên din wiha ne:

Şirnex/Elkê

Cih: Qada Ataturk

Amed/Bismil
Cih: Kêleka Otogarê
Beşdarvan: DEM Parti MYK üyesi Serhat Eren

Şirnex/Qileban

Cih: Xeraca gundan

Beşdarvan: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan

Riha/Bêrecûk

Cih: Qada 15ê Temmuzê

Riha/Serêkaniyê

Cih: Parka Sê Fîdanan

Mûş/Kop

Cih: Otoparka Nû

Colemêrg/Şemzînan

Cih: Pêsan İlçe Stadı yanı

Mêrdîn/Dêrîk

Cih: Qada Otoparkê