Agirê Newrozê li Amarayê geş kirin

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê agirê Newrozê li gundê Amara ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, pêxistin.

1 deqe xwendin
Agirê Newrozê li Amarayê geş kirin

Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Rihayê agirê ewilî yê Newrozê li Gundê Amara ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, geş kir. Gelek ciwan û şêniyên Amara beşdar bûn. Girseyê di şahiyê de govend gerandin, stran gotin. Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglu bi kurdî axivî û destnîşan kirin ku Newroz ji bo gelê kurd sembola azadî û berxwedanê ye û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina civaka demokratîk wê têkoşîn bidome.

Girseyê piştî axaftinê agirê Newrozê vêxistin. Şahî bi gerandina govendê, stran û helbestan bi dawî bû.