Agirê Newrozê li Ebex û Bêgiriyê geş bû
Agirê Newrozê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li navçeyên Ebax û Bêgiriyê yên Wanê geş bû.

Li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi dirûşma; “Newroza Demokrasî û Azadiyê” agirê Newrozê hat pêxistin. Welatiyên Ebex û Bêgiriyê bi cilên neteweyî daketin qada pîrozbahiyê û Newroza Demokrasî û Azadiyê bi govend û stranan pîroz kirin.
Bêgirî
Newroza Navçeya Bêgiriyê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê navçeyê hat pîrozkirin. Hevserokên DBPa DEM Partî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê, Endam û Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek walatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Uzunay û Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan li ser girîngiya Newroza Îsal û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftin kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşm, stranan û gerandina govendê bi dawî bû.
Ebexe
Newroz li navçeya Ebexê jî li pêşiya avahiyê Rêxistina DEM Partiyê hat pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê, Hevserokê DBPa Wanê, Endam û Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek walatiyê tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DBPê yê Wanê Veysî Dîlekçî Newroza welatiyan pîroz kir û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest.


