Agirê Newrozê li Serhad û Botanê geş bû
DEM Partiyê li Botan, Serhed û Çûkûrovayê agirê Newrozê yê ewil geş kir.

Rêxistina DEM Partiyê li navenda Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin.
Rêxistina DEM Partiyê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi tevlêbûna sedan kesan, ji Kolana Mem û Zînê heta Parqa Şaredariyê bi meşaleyan meşiyan. Parlementera DEM Partiyê hevşaredarên Bazîd û Giyadînê jî tev li meşê bûn. Girseya demek dirêj meş li darxist banga tevlêbûna pîrozbahiya ku sibê li qada Girtîgeha Kevin bê lidarxistin kir. Girseyê di meşê de sloganên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir. Girseyê li Parqa Şaredariyê agir pêxist û li dora agir govend girand.
Agirê Newrozê li Deşta Darê jî geş bû
Platforma Saziyên Demokratîk agirê ewil ê Newrozê li bajaroka Deşta Darê pêxist. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên demokratîk û bi sedan welatî tev li pîrozbahîyê bûn. Welatiyan kincên neteweyî li xwe kirin û qada pîrozbahiyê bi rengên kesk û sor û zer xemilandin. Girseyê li ber stratên Kurdî govend gerandin û Newroz pîroz kirin.
Berî pîrozbahiyê derbarê Newrozên li Şirnexê pêk bên de, daxuyanî hate dayîn. Hevseroka Rêxistina Bajar a DEM Partiyê Taybet Bîlgî bal kişand ser girîngiya Newrozê û got ku dê di 21ê Adarê de li Gundikê Melê, di 22yê Adarê li Cizîrê, di 23yê Adarê de li navenda Şirnexê, di 24ê Adarê de li Silopya, di 25ê Adarê de li Hezexê û Qilabanê û di 26ê Adarê de jî li Elkê Newrozê pîroz bîkîn.
Girse li ber stranên Koma Hezex govend gerand
Piştî axaftinan jinan agirê Newrozê pêxist. Ligel govendê ciwanan fîşekên newayî avêtin. Piştî govendê Koma Hezex derket ser dike û stranên xwe stirî. Pîrozbahiya bi seatan dom kir, bi govend û tîlîlîyan bi dawî bû.
Gel li Edeneyê jî Newroz pîroz kir
Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê li Kolana Çarşambayê ya axa Barbaros a navçeya Seyhanê Newroz pîroz kir. Girseya li ber Nûnertiya DEM Partiyê ya Taxê bi slogana, “Bijî Serok Apo” agirê ewil ê Newrozê pêxist. Girseya ku li derdora agir kom bû, slogan berz kirin û govendin. Dayîkên Aştiyê agirê Newrozê geş kirin û li dora agir govend gerandin.
Piştî axaftinan gel cardin li dora agir govend girêdan û dirûşm berz kirin.


