AKP-MHP cotkaran mexdûr dike
Desthilata heyî bi polîtîkayên çewt ên li ser çandiniya Kurdistanê û li Tirkiyeyê dimeşîne hewl dide çandiniyê ji holê rake. Ev qirkirina çandiniyê bandoreke mezin li esnafan û cotkaran dike.

Desthilata heyî bi polîtîkayên çewt ên li ser çandiniya Kurdistanê û li Tirkiyeyê dimeşîne hewl dide çandiniyê ji holê rake. Ev qirkirina çandiniyê bandoreke mezin li esnafan û cotkaran dike. Ji ber ku her roja diçe qeyrana aboriyê rê li ber neçariyan vedike cotkar jî ji vê rewşê gelek bi gazinc in.
Buhayê mazot, gubre, dermanên ku li nava zeviyan tê kirin zêde bûye û êdî nayê stendin. Li gelek deveran cotkar erdên xwe vala dihêlin nikarin bajon. Ji ber ku ji aliyê hilberînê ve gelek qelsî dane avakirin û gelek toxmê zad dane guhertin. Êdî tu kes nikare ew tiştên ku çend sal beriya niha avitên û çandin niha jî ji bo erda xwe nikarin peyda bikin. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Samet Ûcaman, der barê qirkirina çandiniyê de ji rojnameya me re axivî.
Di despêka axaftina xwe Samet Ûcaman, diyar kir ku desthilata heyî cotkaran ji xwe re kiriye weke kole, wan mecbûrî xwe dike û wihat got: “Dema ku em li dîrokê dinêrin pergala hatiye avakirin ji aliyê çandiyê ve nêzîkî 80 salin ev pergala kapîtalîst xwe daye nîşandan. Cotkaran kiriye mecbûrî xwe ji wan re dibêje; ‘dema ku ez destek bidim we hûn mecburin tovên xwe ji sertîfîqayê bistînin.’ Ev tovên ku bi sertîfîqayê têne kirîn em jê re dibêjin tovê mehellî. Ev tovên ku bi sertîfîqayê hatine kirin ew jî yê genova wî giradayê vê herêmê ye. Ev tovên ku bi tecrûbeya hezar salan şîndibûn êdî ew bixwe jî hatine tunekirin, hemû ji derveyî welat anîne. Divê ku gubreya jê neyê kêmkirin û pêwîstî bi însteksiyê û fûngûrsî jî heye. Niha pergala ku li ser çandiniyê hatiye avakirin cotkaran girêdayî derve kiriye. Jixwe tişta ku pergala kapîtalîst jî dixwaze ev e. Dixwaze tu her tim derman, gubre, tov û her gav ji wan re xizmetkariyê bikî. Niha cotkar jî neçar dimînin ji ber rewşa guhertina demsalî mirov ji aliyekî ve dinêre qeyrana aboriyê heye û ji aliyê dinê ve jî xela radibe. 30-40 sal beriya niha carek xela rabibû, em îro lê dinihêrin ji 3 salan carek çêdibe. Ev jî ji pergala kapîtalîst dertê holê. Ji ber van kiryar


