Li Sêrt û Êlihê pîrozbahiya 1ê Gulanê
Karker û kedkaran li Êlih û Sêrtê 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi girseyî pîroz kirin. Hevserokê Giştî yê DBP Keskîn Bayindir got: “Ger ku karker xwe rêxistin bikin dê bigihîjin armancên xwe.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya pîrozkirina 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê ji ber Nexweşxanya Farabîmê heta Parka Yilmaz Geney meşiyan û daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê û endamên sazî û dezgehên sivîl ên bajêr beşdar bûn. Çalakî bi dirûşmeyên “Ji berxwedanê heta serketinê”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî têkoşîna me ya birûmet” û “Talan tune dike, berxwedan jiyan e.” hatin berzkirin. Hevserokê Şaxa SESê ya Êlihê Cîhan Tuzun daxuyanî da.
‘Birêz Ocalan rêberê karkeran e’
Hevserokê Giştî yê DBP Keskîn Bayindir di çalakiyê de axivî û cejna karkeran pîroz kir û Keskîn Bayindir anî ziman ku pergal bi xwêdana karkeran xwe dewlemend dike û got: “Ger ku karker xwe rêxistin bikin dê bigihîjin armancên xwe. Bila her kes bizanibe ku em bihêz in. Bi dehan rêxistinên karkeran û kedkaran û bi hezaran kes niha li vir in. Em ê bi xwêdana keda xwe bigihîjin armanca xwe. Ew dipirsin, çima em li vir navê Birêz Ocalan tînin ziman? Em dizanin ku Birêz Ocalan pêşengiya pêvajoyê dike. Yên ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê karker û kedkarên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Birêz Ocalan rêberê karkeran e. Ev roj li Birêz Ocalan pîroz be.”
Sêrt
Li Sêrtê jî bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê bi boneya pîrozkirina 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê, girse ji rêya Guresê heta Qada Demokrasiyê meşiya. Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên Sêrtê, Serokê CHPê yê Sêrtê Nevaf Bîlek û rêveber û endamên partiyên cuda, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr tev li çalakiyê bûn. Di meşê de pankart û dowîzên li ser “Ji bo zarok û kedkaran dibistanên wele”, “Pêşî parastina jiyanê”, “Bijî 1ê Gulanê”, “Em karkerên ciwanên lê ne karkerên erzanin”, “Mirov bi mafên mirovin”, “Perwerdehiyê biparêze metîngeriyê biparêze” û “Em jiyaneke bêşer û bêtundî dixwazin” hatibûn nivîsandin hilgirtin. Her wiha di meşê de bênavber dirûşmeya “Bijî 1 Gulan” berz dikirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.Daxuyanî ji hêla nûnerê DÎSK Genel Îşê yê Sêrtê Adnan Toprak ve hate xwendin.
‘Hewceye ku berdêlên keda karkeran bên dayîn’
Piştî daxuyaniyê parlamentera DEM Partiyê yê Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û got: “Em ê mafên xwe jiyanî bi her awayî biparêzin û xwe rêxistin bikin. Em her roj bi qetilkirina jinan û îstîsmara zarokan re rû bi rû dimînin. Her tim zarokên ku weke karker tên xebitandin, roja em rastî nûçeya wan a qezayên kar neyên tune ye. Her tim di cejna 1ê Gulanê dengê ji bo aş, nan û têkoşîna karkeran bilind dibe. Em li vir bang li rayedaran dikin û dibêjin deng bidin van qadan û hewceye ku berdêlên keda karkeran bên dayîn.”
Bername li ber def û zirneyê û gerandina govendê bi dawî bû.


