Karkerên madenê bi ser ketin

Karkerên Madenê ku 9 roj in li Enqereyê di greva birçîbûnê de li ber xwe didin bi ser ketin.

1 deqe xwendin
Karkerên madenê bi ser ketin

Karkerên Madenê yên giredayî Sendîqaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn ji bo heqdestê xwe bistînin, li Enqereyê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya karkeran  9 rojan berdewam kir. Piştî ku daxwazên karkeran bi cih hatin, karkeran dawî li çalakiya xwe anîn. Karkeran piştî bi Wezareta Enerjiyê re hevdîtin kirin ragihandin ku çalakiya wan encam daye û wan heqê xwe bi dest xistine.