Li Cizîrê bihayê mazotê 20 sent kêm bû

Komîteya Sotemeniyê ya Cizîrê, bihayê lîtreya mazotê ya bazara azad ji 75 sentî daxist 55 sentên Amerîkî.

1 deqe xwendin
Li Cizîrê bihayê mazotê 20 sent kêm bû

Komîteya Sotemeniyê ya Cizîrê ragihand ku bihayê lîtreya mazotê ya bazara azad ji 75 sentan daketiye 55 sentên Amerîkî.

Komîteyê ji benzînxaneyan re ragihand ku ev kêmkirin tenê ji bo mazotê ya bazara azad derbas dibe, lê bihayên celebên din ên sotemeniyê weke xwe maye. Di 3yê Gulanê de, Rêveberiya Sotemeniyê ya Cizîrê lîsteyeke nû ya bihayê ji bo mazotê ragihand, ku tê de bihayên mazotê yên çandinî, sazî, pîşesazî û nanpêjxaneyên taybet hat zêdekirin.