Aldar Xelîl: Rêber Apo herêm ji şer parast
Endamê Konseya Hevserokatiya PYD Aldar Xelîl diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herêm ji şer û aloziyê parast.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî û leşkerî li herêmê bi tevlêbûna şêniyên bajêr, nûnerên ji saziyên sivîl, meclisên xwecihî, tevgerên ciwan û jinan, nûnerên ji partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, nivîskar û rewşenban civînek pêk anî. Civîn li hola Îvan a gundê Ezîziyê yê Dirbêsiyê pêk hat. Di civînê de endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl geşedanên siyasî li herêmê, rêya tevgerê ji destpêkirina Şoreşa Rojava ya 19ê Tîrmeha 2012yan nirxand. Aldar Xelîl destnîşan kir ku PYDê xwe spartina metoda neteweya demokratîk û xebat ji bo avakirina pergaleke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da meşandin.
Aldar Xelîl qala pêvajoya aloziya li herêmê kir û wiha got: “Hêzên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl da xwe bispêre rêveçûna li ser jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan û xebata li ser avakirina modeleke îdarî ya li ser hevbeşiyê de. Herêm di qonaxeke nû ya nakokî û aloziyan re derbas dibe. Banga Rêber Apo hişt ku herêm ji alozî û şeran were dûrxistin.”
Aldar Xelîl da zanîn ku hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin di diyalog, bicihanîna lihevkirin û peymanan de bi aliyên din re dewam bikin û parastina îstîqrara herêmê bikin.”


