Aldar Xelîl: Şandeya Kurd dê bi hikûmeta Şamê re hevdîtinê bike
Aldar Xelîl destnîşan kir ku şandeya hevpar a Kurd dê bi hikûmeta demkî ya Şamê re hevdîtinê bike.

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Tirbesiyê bi amadebûna bi dehan şêniyên Tirbespiyê û gundewarên wê civîn li dar xist. Civîne, bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Desteya Rêveber a PYDê Aldar Xelîl pêşveçûnên li Rojhilata Navînê diqewimin nirxand û got: "Rêber Apo hemû plansaziyên dewletên neteweyî û yên navneteweyî li ser Rojhilata Navîn analîz kiribûn û dizanîbû wê komplo li dijî gelê Kurd werin kirin. Ji ber vê yekê dest bi pêvajoya Civaka Demokratîk kir."
Aldar Xelîl anî ziman ku guhertinên li Sûriyeyê û herêmê çêbûn bandora wê rasterast li ser Rêveberiya Xweser û şerê li dijî DAIŞê jî hebû û got: “Ji bo şer li Sûriyeyê çênebe lihevkirina 10ê Adarê çêbû, lê gelek aliyên derve dixwestin ev lihevkirin têk biçe. Civîna Parîsê ya 6ê Çile destpêka komployeke nû ya li dijî gelê kurd bû. Komplo li ser ragihandinê bi hemleyeke li dijî fikr û rêgezên Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk li Sûriyeyê dest pê kir. Her wiha dixwestin fitnê têxin navbera gelê kurd û ereb. Piştî ku êrîşî Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin Rêber Apo dewleta Tirkiyeyê şiyar kir ku eger şer li ser Rojava nesekine wê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têk biçe û herêm ber bi şerekî mezin ve biçe. Ji ber vê yekê aliyên têkildarî dosya Sûriyeyê li hevdû kom bûn û lihevkirina 29ê Çileyê çêbû."
Aldar Xelîl, anî ziman ku wê gelê kurd bibin parçeyek ji siberoja Sûriyeyê û şandeya hevpar a kurdî li benda rêveberê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ye ji bo doza kurdî nîqaş bikin. Şandeya kurdî wê di hevdîtinên bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re mafê zimanê kurdî, dosya dîlgirtiyan û rakirina dorpêça li ser Kobanê û gundewarên wê nîqaş bike.


