Alî Babacan: Newroz mizgîniya nûbûn û hêviyê ye

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, ji bo Newroza Amedê peyamek şand û got ku dê xebata wan a ji bo edalet, wekhevî, demokrasî, azadî û aramiya civakî bidome.

1 deqe xwendin
Alî Babacan: Newroz mizgîniya nûbûn û hêviyê ye

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê peyamek şand. Babacan, Newroz pîroz kir û got ku ji ber bernameya pîrozkirina cejnê ya li Enqereyê nekariye teviî bibe. 

Babacan, di peyama xwe de got ku Newroz mizgîniya nûbûn û hêviyê; sembola daxwaza yekitî, piştevanî û aştiyê ye. Babacan, di peyama xwe de got ku dê xebata wan a ji bo edalet, wekhevî, demokrasî, azadî û aramiya civakê bidome.