Amedspor dê êdî parvekirinên xwe bi kurdî bike
Amed Sporê diyarkir ku alîgirên wan êdî dikarin bi zimanê kurdî jî taxima xwe bişopînşin û got: “Klûba me, ji bo ku aligirên me bi zimanê xwe yê dayîkê bikaribin tîma me ji nêzîktir ve bişopînin, bi...

Amed Sporê diyarkir ku alîgirên wan êdî dikarin bi zimanê kurdî jî taxima xwe bişopînşin û got: “Klûba me, ji bo ku aligirên me bi zimanê xwe yê dayîkê bikaribin tîma me ji nêzîktir ve bişopînin, bi navê “Amedspor Kurdî” hesabên xwe yên fermî yên Instagram û Twitter (X) vekirin. Amedspor, tenê tîmeke futbolê nîne; ew dengê gelê me ye, temsîlkirina nasnameya me ye û nirxa hevpar a milyonan e. Bi vê hişyariyê, em di vê rengê de zimanekî ragihandinê ava dikin ku ji her kesî re têgihiştî, fireh û hêsantir be. Em banga hemû aligirên xwe dikin ku hesabên me yên nû yên fermî bişopînin û beşdarî vê kelecanê bibin.


