Amedspor û serokê wê sewqî PFDKê kirin
Amedsor jî tev li kampanya hûnandina por bûbû û dîmenek li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal belav kiribû. Ji ber dîmen Amedspor û serokê Klûba Amedsporê Nahît Eren sewqî PFDKê hatin kirin.

Çeteyek HTŞê li Reqayê keziyê şervanek YPJê jê kiribû û li ser torên medya dîjîtal belav kiribû. Jêkirina kezî di nav gelê kurd û gelek jinên ji neteweyên cuda de bû sedema hêrsê. Jinan li gelek deveran dest bi kampanyaya honandina keziyan kiribû.
Amedspor jî di 23yê çileyê de bi parvekirina dîmeneke ku tê de serokê Kluba Amedsporê Nahît Eren porê jineke dihona piştgirî da kampanyaya ku hatiye destpêkirin.
Ji ber dîmenê hatibû parvekirin Amedspor û serokê Klûbê Nahît Eren sewqî Lîjneya Disiplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) hatin kirin. Ev sewqa lêpirsînê bi îdiaya ‘propagandaya îdeolojîk’ hat kirin.
Li ser hesabên medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî vê biryara derheqê Amedsporê de hat dayîn.


