Amerîka ji bo hevdîtinên nû diçe Îslamabadê
Biryare îro êvarê (20’ê Nîsanê) şandeya DYAyê bi serokatiya JD Vance ji bo hevdîtinên nû bigihije Îslamabadê, lê Îranê heta niha bi fermî beşdariya xwe piştrast nekiriye.

Ji bo bi dawîbûna agirbesta di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, du roj mane. Lê hîna alî li ser peymanek mayîn de lihevnekirine.
Rojnameya Wall Street ragihand ku tê payîn îro danê êvarê şandeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi serokatiya Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance, ji bo hevdîtinên nû bigije paytexta Pakistan Îslamabadê.
Lê heta niha şandeya Îranê bi fermî beşdariya xwe piştrast nekiriye.
Tevî ku agirbest hîn neqediyaye jî, li ser sînoran û li herêmê pevçûnên piçûk berdewam dikin. Îranê roja 18ê Nîsanê daxuyand ku ji ber binpêkirinên Amerîkayê wan Tengava Hurmuzê dîsa girtiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku ger peymaneke mayinde neyê îmzekirin, dibe ku piştî qedandina agirbestê êriş dîsa destpê bikin.


