ANF êdî bi zaravayê hewramî jî weşanê dike

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku bi gelek zimanan weşana xwe didomîne, xebatên xwe yên ji bo zaravayê hewramî temam kir. Êdî xwîner dikarin nûçeyên Kurdistan û cîhanê bi zaravayê hewramî jî bişopînin.

1 deqe xwendin
ANF êdî bi zaravayê hewramî jî weşanê dike

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku di sala 2005an de dest bi weşanê kiribû, malbat û tora xwe ya ziman bêtir berfireh dike. ANF ku heta niha bi zimanên tirkî, îngilîzî, almanî, erebî, farsî, îspanyolî, rûsî û bi zaravayên kurdî yên kurmancî, soranî, kirmanckî weşan dikir, niha zaravayê hewramî jî li servîsên xwe zêde kir.

Pencereyeke nû: Hewramî

ANFê ragihand ku xebatên teknîkî û edîtoryal ên ji bo zaravayê hewramî bi serkeftî bi dawî bûne. Bi vê gavê re, xwînerên hewramîaxêv êdî dikarin geşedanên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi zaravayê xwe yê resen bişopînin.

Xwîner û şopînerên ku dixwazin servîsa nû ya ANFê bişopînin, dikarin li ser vê navnîşanê bigihîjin nûçeyan: hawrami.anf-news.com

Ev pêngava ANFê di dema ku têkoşîna ji bo parastin û pêşxistina ziman û zaravayên kurdî di rojevê de ye, gaveke giring a medya kurdî ye.