Aqûbeta endamên li Hewlêrê hatin girtin ne diyar e
Hikûmeta herêma Başûr di 10 hezîranê de li Hewlêrê nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen, endamên têkiliyan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Hewlêrê Mistefa Xelîl u Mistefa Ezîz dema kuj ji...

Hikûmeta herêma Başûr di 10 hezîranê de li Hewlêrê nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen, endamên têkiliyan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Hewlêrê Mistefa Xelîl u Mistefa Ezîz dema kuj ji bo pêşwazîkirinaa mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê girtibûn.
Têkildarî girtina endamên xwe de; Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Nûnertiya PYD’ê ya li başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji 10'ê hezîranê ve aqûbeta nûneran nizanin û wiha gotin: "Ji wê rojê heta îro bûye hefteyek ti agahî ji wan nehatiye û ti pêwendî bi wan re çênebûye. Gihîştiye asteke ku em ji jiyana wan bi guman in.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser û ya PYD'ê berdewama axaftina xwe de dest nîşan kirin ku di pêvajoyeke wisa metirsîdar û girîng de kiryarên bi vî rengî tê wateya astengkirina xebatên dîplomatîk û siyasî û ev tişt anîn ziman: "Ev yek dikeve çarçoveya hewldanên qelskirina destketiyênşoreşa Rojavayê Kurdistanê. Ev kiryar bi ti awayî nakeve xizmeta yekrêziya kurdî û helwesta neteweyî. Berevajî wê dikeve xizmeta plangeriya neyarên kurdan. Bi taybetî dewleta tirk a ku bi hemû rêbazên xwe dixwaze dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê fireh bike."
Nûnertiya Rêveberiya Xweser û ya PYD'ê bang li PDK'ê kirin ku demildest nûnerên wan serbest berdin û wiha gotin:" Her wiha banga me li hikumeta herêma Kurdistanê, parlamenterên herêmê, hemû partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ew e ku li hemberî vê bûyerê bêdeng nemînin. Hêvî û baweriya me ew e ku bi erk û berpirsyariya xwe yê niştimanî rabin.”


