ARSÎSAyê ji bo kurdî dest bi çalakiyê kir

Saziya Zimanê Kurdî ARSÎSAyê di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dest bi çalakiyê kir.

1 deqe xwendin
ARSÎSAyê ji bo kurdî dest bi çalakiyê kir

Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) ku li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatên çand û ziman dimeşîne, ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji bo 5 rojan dest bi çalakiyê kir Di çalakiya ku li Parka Millet a navçeyê hat lidarxistin de, pankartên “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ziman xeta me ya sor e” û “Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin” hatin daliqandin. 

Hevseroka DEM Partiyê Wanê Gulşen Kûrt di çalakiyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser zimanê kurdî û diyar kir ku divê li dijî van polîtîkayan têbikoşin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Wanê Cemal Demîr jî da zanîn ku divê di her qada jiyanê de bi Kurdî bê axaftin û got, “Heke neyê axaftin zimanê me dê winda bibe.”

Piştî axaftinan, jinan li ber klaman destar zivirandin. Bername bi gerandian govenda li ber klamên jinan bi dawî bû.