Artêşa tirk li Dêrelokê rê çêdike
Artêşa tirk li Geliyê Reşava ya sînorê bajarokê Dêrelok ê Dihokê bi teqemeniyan rê çê dike.

Artêşa tirk li Dêralokê bi teqemeniyan rê çedike û axa Kurdistanê wêran dike. Dirêjiya rêya Geliyê Reşava 15 kêlometre ye. Li gorî nûçeya Rojnewsê ji bo rêya leşkerî çêkin û leşker derbasî herêmên stratîjk a li başûrê Kurdistanê bibin ev rê tê çêkirin. Berî niha dewleta tirk du rêyên din li Dêrelok a dikeve Avaşîn û Berê Sîlê ya Amêdiyê çêkiribû. Bi vekirina rêya li Geliyê Reşava hemû herêmê bi hev ve bide girêdan. Heta niha rayedarên Hikûmeta Herêmê û Iraqê li hemberî vê yekê helwestên cidî nîşan nedaye. Hêjayî bi bîr xistinê ye di demekê de pêvajoya aştiyê heye çêkirina rêyên leşkerî ya li başûrê Kurdistanê nîşaneya bicihbûna artêşa tirk a demdirêj ya li herêmê ye.


