Aştiya civakî bi statuya siyasî û hiqûqî pêkan e
Li hemberî vê helwest, niyet û nêzîkatiya desthilatê, ku armanc lawazkirina hêza hevgirtî ya mixalefetê ye, peywir û berpirsyariya siyaseta kurdî jî ew e ku, bi awayekî pêşbîn, bi hevkarî, piştgirî û piştevaniyê, têkoşîna hevpar a ji bo çareseriyê û avakirina eniyeke mixalefetê ya xurt û bi hêztir bike.

Piştî ku daxuyaniya Aştî û Civaka Demokratîk di 27ê sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ve hat aşkerekirin, deriyê pêvajoya hevdîtinan jî hat vekirin û ji wê demê heta 27ê adara 2026an gelek hevdîtin di navbera heyeta Îmraliyê, rayedarên dewletê û birêz Abdullah Ocalan de pêk hatin.
Ji hevdîtina 27ê adarê heta 24ê gulanê, nêzî du mehan bi birêz Ocalan re hevdîtin qut bûn û pêk nehatin. Ev rewşa qutbûn û pêknehatina hevdîtinan di nav gel de bû sedema şik û gumanan û ji aliyê gelek kesan ev pirs dihat kirin; gelo pêvajo hatiye sekinakdin an berdewam e?
Di 18ê gulana 2026an de serokê MHPê Dewlet Bahçelî, li gorî xwe û feraseta dewletê, ji bo ku pêvajo were meşandin di rojnameya "Turkgun"ê de gotarek bi raya giştî re par ve kir û vê parvekirina Bahçelî ji aliyê gelek alî û derdoran ve weke hewldana zindîkirina pêvajoyê hat şîrovekirin, nîqaşkirin û nirxandin.
Di vê dema ku ev beyana Bahçelî dihat nîqaşkirin de, vê carê biryara dadgehê ya derbarê betalkirina Kongreya CHPê ya cotmeha 2023yan pêk hatibû, hat dayîn û li gorî vê biryarê, Ozgur Ozel û rêvebiriya wî, ji kar hatin dûrxistin. Kemal Kiliçdaroglu û revebiriya beriya kongreya 2023yan hatin erkdarkirin.
Di 24ê gulanê de heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Lê di heman rojê de Kiliçdaroglu û rêvêbiriya wî bi piştgiriya hêzên ewlehiyê bi ser navenda giştî ya CHPê de girt, bi balyozan derî şikandin û bi darê zorê ketin navenda giştî ya CHPê.
Ev bûyer û qewimînên dawî nîşan didin ku armanca biryara dadgehê ya piştî 3 salan betalkirina kongreyê jî, serdegirtin û dagirkirina navenda giştî ya CHPê jî guhertina rojeva pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, ku aliyê dewletê hîn jî bi israr vê pêvajoyê weke "Tirkiyeya Bêteror" bi nav dike.
Îca, em bên ser mijara ku hinek alî û derdoran bi angaştên bêbingeh digotin desthilat û DEM Partî bûne yek, bi hev re tevdigerin û DEM Partî, birêz Ocalan û rêxistina wî PKK ji bo ku pêvajo zirarê nebîne çavên xwe ji sepan û pêkanînên desthilata AKP-MHPê û êrişên wan ên li hemberî CHPê re digirin.
Hemû kes, alî û derdorên xwedî wijdan û exlaq dibînin ku, li hemberî biryara siyasî ya dadgehê û betalkirina kongreyê, rêveberên DEM Partiyê jî, birêz Ocalan û tevgera wî jî çiqad bi zelalî dengê xwe bilind kirin û vê biryara siyasî ya ku, ti têkiliya wê bi huqûqê re nîne, rexne kirin, hata ku şermezar û mehkûm kirin.
Ev biryara siyasî ya dadgehê, di heman demê de nîşan dide ku armanca desthilata AKP-MHPê lawazkirin, beralîkirin û bêbandorkirina mixalefetê ye jî.
Li hemberî vê helwest, niyet û nêzîkatiya desthilatê, ku armanc lawazkirina hêza hevgirtî ya mixalefetê ye, peywir û berpirsyariya siyaseta kurdî jî ew e ku, bi awayekî pêşbîn, bi hevkarî, piştgirî û piştevaniyê, têkoşîna hevpar a ji bo çareseriyê û avakirina eniyeke mixalefetê ya xurt û bi hêztir bike.
Serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, dîtina rojên xwedî maf û azadiya wekhev û jiyaneke birûmet, bihezkirin, hembêzkirin, bi hest û hizrên neteweya demokratîk ên li ser bingeha xwişk û biratiya gelan pêkan e.
Bi hêvî û daxwaza ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve, li welatê me û tevahiya cîhanê aştî, aramî, azadî û jiyana azad û wekhev serwer be, cejna gelê me û hemû gelan pîroz be.


