Êdî wext pir kêm e

Hişyariya Pervîn Bûldan a li Wanê ku digot em di pêvajoyeke ku xetereyên mezin di nav xwe de dihewîne de ne û divê wext neyê wendakirin, îro jî di rojeva siyaseta herêmê de mîna rastiyeke tûj radiweste. Dîrokê nîşan da ku her cara ku dewletê polîtîkayên wext-qezenckirinê û tecrîdê meşandin, valahiya ku çêbû ji aliyê şer û hêzên provokator ve hat tijekirin.

1 deqe xwendin
Êdî wext pir kêm e

Dîroka sedsala 20î li Rojhilata Navîn, bi taybetî di çarçoveya ‘pirsa kurdî’ de, di bin siya şerê sar, polîtîkayên înkarê û tundiya netewe-dewletan de derbas bû. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî encameke girtina rêyên siyaseta demokratîk derket holê. Lê, banga 27ê sibata 2025an a Rêber Abdullah Ocalan, ragihandina fermî ya bidawîbûna serdemeke dîrokî û destpêkirina serdemeke nû ye ku jê re dibêjin serdema pozîtîf. Ev bang, wekî ku Rêber Abdullah Ocalan bixwe tîne ziman, tercîheke hişmendî û pîvanî ye ku tê de siyaseta demokratîk derdikeve pêş.

Pirsa kurdî li Tirkiyeyê, li seranserê dîroka komarê her tim weke pirseke girîng û herî stratejîk cihê xwe girtiye. Ev mijar, ne tenê pirsgirêkeke hûrgiliyên leşkerî yan jî ewlehiyê ye; ew pirs û ceribandina demokratîkbûna sîstemê û pênasekirina mafên hemwelatîbûnê ye. Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, hevdîtinên li grava Îmraliyê yên bi Rêber Abdullah Ocalan re û daxuyaniyên şandeyên siyasî, diyar dikin ku firsendên dîrokî li pêşiya civaka Tirkiyeyê hene. 

Di nav dînamîkên pêvajoyê de, peyamên ku ji Îmraliyê hatin, her tim weke nexşerêyeke rûmetdar û pîvanî hatin dîtin. Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de destnîşan kir ku ew ji her demê bêhtir bawer e ku şert û mercên ji bo demokrasî û azadiyê gihîştine asteke bilind. Rêber Abdullah Ocalan aştî tenê weke bêdengkirina çekan nabîne; ji bo wî, asayîbûna rewşê bi derketina qanûnan û avakirina bingeheke hiqûqî ya di bin banê meclisê de pêkan e. Lewma destnîşan dike ku dîtina wî ya li ser vê reşnivîsê pir girîng e û dema ku ev çarçoveya qanûnî derket, divê pêşkeşî wî were kirin da ku gavan li ser bingeheke saxlem biavêjin.

Piştî vê hevdîtinê, endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan li Wanê, di serdana xwe ya cejnê de, daxuyaniyên pir krîtîk dan raya giştî û naveroka hevdîtina li Îmraliyê vekir. Bûldan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di nav hewldaneke pir mezin de ye da ku qanûneke ji 7-8 madeyan pêk tê derkeve, ku ev qanûn wê bibe sîwana hiqûqî ya hemû hevdîtin, şandeyên çavdêriyê û gavên pêşerojê. Di heman demê de Bûldan bi zimanekî zelal bal kişand ser xetereyan û diyar kir ku wext pir kêm e û divê qet wext vala neyê derbaskirin. Lewma piştî cejnê beriya meclis were girtin ew ê bi lez hevdîtinên xwe bikin.

Tevî ku ji Îmraliyê û aliyê siyaseta kurdî ve îradeyeke wiha zelal û bilez hatibû nîşandan, dewleta tirk li dijî van gavan nêzîkbûneke sist, giran û bêdeng nîşan da. Sedema ku li gorî giranî û rûmeta pêvajoyê gavên şênber nehatin avêtin, di hundirê hişmendiya felsefî û parastina statukoyê ya dewletê de veşartî ye. Hişmendiya dewletê ya klasîk li Tirkiyeyê, li seranserê sedsalekê li ser bingeha yek-netewe û yek-zimanî ava bûye. Her gava qanûnî ya ku ziman, nasname û mafên qanûnî yên gelê kurd nas dike, ji aliyê burokrasiya leşkerî û siyasî ve mîna metirsiya dabeşbûna welat hat dîtin. Dewlet, li şûna ku qanûnan weke misogeriya yekîtiya demokratîk bîne ziman, weke lawazbûna serweriya xwe şîrove dike û refleksên sedsalî nîşan dide. Ev refleks jî mixabin pêvajoyê bi derengî dixe. 

Li aliyê din, hesabên siyaseta navxweyî û pragmatîzmê roleke mezin dilîze. Hikûmet li şûna ku pirsa kurdî weke pirsgirêkeke herî kûr a civakî û hiqûqî bibîne, zêdetir mîna amûreke bikêrhatî ya ji bo hilbijartinan bi kar anî. Armanca bingehîn ew bû ku di serdemên bêşer de dengên neteweperestên tirk wenda neke û di heman demê de dengên kurdan jî li cem xwe bigire. Dema ku derketina qanûnan hat rojevê, desthilatdariyê ji ber bertekên mixalefeta neteweperest gavan bi paş xistin.

Her çend polîtîkayên dewletê yên paşdeavêtinê û derengxistinê bûn sedema krîzên mezin, perspektîfa ku ji Îmraliyê hat nîşan dide ku hîn jî nirxê xwe yê pozîtîf diparêze. Hêvî û baweriya Rêber Abdullah Ocalan ku digot em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne, ne li ser dilovaniya dewletê, lê li ser hêza dînamîk a civakê ava dibe. Avakirina civakeke demokratîk tenê bi biryarên hikûmetan nayê misogerkirin; hêza herî mezin, daxwaza gel a ji bo jiyaneke azad, birûmet û wekhev e. Aliyê pozîtîf ê vê pêvajoyê ew e ku hişmendiya aştiyê li nav civakê rûnişt û gel dît ku çareseriya rastîn di diyaloga rûmetdar û hiqûqa qanûnî de ye, ne di şer û pevçûnan de. Paradîgmaya Îmraliyê çareserî bir bin banê meclisê û hiqûqa giştî, ku ev yek li dijî hişmendiya ewlehiyê ya dewletê derketineke pir pozîtîf û avaker bû.

Hişyariya Pervîn Bûldan a li Wanê ku digot em di pêvajoyeke ku xetereyên mezin di nav xwe de dihewîne de ne û divê wext neyê wendakirin, îro jî di rojeva siyaseta herêmê de mîna rastiyeke tûj radiweste. Dîrokê nîşan da ku her cara ku dewletê polîtîkayên wext-qezenckirinê û tecrîdê meşandin, valahiya ku çêbû ji aliyê şer û hêzên provokator ve hat tijekirin. Çareseriya mayînde û rûmetdar tenê di dema rakirina tecrîdê, ji bo bipêşxistina pêvajoyê derfetên xebat û jiyana azad ji bo Rêber Apo ava kirin, pêkanîna binesaziya hiqûqî û naskirina îradeya siyasî ya gelê kurd mîna muxatebekî wekhev gengaz e. Sedsala duyemîn a komarê, tenê gava ku pîvanên civaka demokratîk werin pejirandin û hişmendiya statukoyê paşve bikişe, dikare bibe serdemeke azad, aştiyane û birûmet ji bo hemû gelan.