Tirkiye avê wekî çek bi kar tîne
Tirkiye ava çemê Firatê wekî çekê bi kar tîne li dijî Sûriye û Iraqê. Xaka Sûriyeyê ku demên berê ji ber bêaviyê zuha bû, niha jî ji ber lehiya çemê Firatê di bin avê de ye. Karesata tê jiyîn ya herî mezin a 30 salên dawî ye. Ev yek xetereyek mezin e ji bo ewlehiya Sûriyeyê.

Di bûyerek dîrokî de ku ji sala 1988an vir ve bê mînak e, deriyên rêça rijandinê yên bendava Firatê piştî ku gol gihîşt kapasîteya xwe ya tevahî, li pey hev dest bi vebûna wan kirin. Çemê Dîcleyê 1.850 kîlometre, ango 1.150 mîl, lê çemê Firatê 2.800 kîlometre, ango 1740 mîl dirêj dibe û dibe dirêjtirîn çem li Sûriyeyê. Çemê Firatê ji bakurê Kurdistanê, ber bi axa Rojava û Sûriyeyê ve diherike, di nav axa Iraqê re derbas dibe, digihîje çemê Dicleyê û Şettul-Erebê çêdike û heta Kendava Erebî diherike.
Êrişa ji çekan heta avê
Bi qasî dirêjbûna wê, bûye amûrek zextê di nav dewletên ku av têre derbas dibe û digihîje welatên din. Kî vî çemî wek zextekê bi kar tîne? Bêguman dewleta tirk li hemberî Sûriyeyê bi her awayî êrişan pêk tîne, ji êrişên çekdarî heta bi êrişên avê. Kîna li hember gelê Sûriyeyê wî ji hundir ve dikelîne û nema dizane wê çi bike û agirê hundirê xwe çawa derbixe derve!
Bendava Ataturkê ya wekî çek
Bendava herî mezin a Tirkiyeyê bendava Ataturk e, ku di heman demê de yek ji mezintirîn bendavên kevirî yên cîhanê ye ku li ser çemê Firatê hatiye çêkirin. Bilindahiya wê 100 metre û dirêjahiya wê 100 metre ye. Loma girîngiya wê ji bo Tirkiyeyê pir mezin e. Ew kevirê bingehîn ê Projeya Başûrê Rojhilatê Anatoliyê (GAP) ye û mezintirîn santrala hîdroelektrîkê ya Tirkiyeyê ye.
Bendava Ataturk yek ji 10 bendavên herî mezin ên cîhanê ye. Ev bûye sedem ku ava çemê Firatê ya Sûriyeyê li Tirkiyeyê were girtin û li gorî polîtîkayên Tirkiyeyê li hember Sûriyeyê, carnan bi derziyê were berdan û carnan jî bibe lehî ku mirov û lawir û zeviyan bide ber xwe.
Qaşo Tirkiye xwe diparêze
Dema ku Firat bibe amûrek ji bo şantaja siyasî karesat û binpêkirina zagonên navdewletî derbarê bendavan dest pê dike. Armanca avakirina bendava Ataturk zext e li ser welatên cîran û li ser debara jiyana mirovên ku bi hezaran sal in li qiraxên van çeman dijîn. Ji lewra gava ku dixwaze gelê Sûriyeyê ji tîna bikuje, çeman dimiçiqîne, ajalên bejî û avî ji tîna dimirîne, zeviyên pembo û genim hişk dike, axê dikuje û karesetên tendrustiyê çêdike. Lê gava ku av zêde dibe û dizane wê bandorê li Tirkiyeyê bike û bibe sedema erdhejan Sûriyeyê û parêzgehên wê tevî gundan di bin avê de dihêle. Ji bo ku xetereyê li ser xwe kêm bike welatên din dixeniqîne. Ji lewra edaleta îlahî rol dilîze.
Xaka Sûriyeyê binav dibe
Mînaka herî berbiçav jî Dêrazor û Reqa û niha jî av ber bi gundewarên Kobanê ve diherike. Ev çend rojên dawî bi dehan gund binav bûne, zêdetirî 8 zarok di avê de xeniqîne, pirên axî di ber avê re çûn û bi hezaran hektar genim û ceh li ber avê çûn. Her ku diçe rêjeya avê bilindtir dibe û xetereyên pir mezin bi xwe re tîne. Gelê Dêrazor û Reqayê ji xemsariya hikûmeta demkî û serokê Sûriyeyê bi hêrs e ku heta niha nekariye tedbîrên pêwîst bigirin û gel hişyar bikin. Lê ne xema Tirkiyeyê ye ku mirov dimirin an jî gund binav dibin. Çimkî li bakurê Kurdistanê jî gelek bajarên kurdan û deverên arkeolojîk binav kirine û xwestiye ku dîroka wê wenda bike. Mînaka herî nêz jî Heskîf e.
Mirovahî di avê de dixeniqe
Av di gurbûna pevçûnên li herêma Rojhilata Navîn de roleke girîng dilîze û Tirkiye di mijara leşkerîkirina avê de di asta yekemîn de ye. Çimkî di 2021ê de hema hema hemû bajarên Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê jî di nav de, çemên wê miçiqîn û bû sedema karesatên tendrustî, aborî û mirovî. Gelê Sûriyeyê her tim dibe qurbaniyê polîtîkayên Tirkiyeyê; carna bi tîbûn û hişkbûnê û carna jî bi lehî û xeniqandinê. Çimkî niha di mijara avê de edalet û mirovahî hatiye wendakirin.
Lê pirsn li vir e; gelo wê hikûmeta demkî ji Tirkiyeyê daxwaza rawestandina lîstina bi jiyan û çarenûsa sûriyan bike an jî wê serî ji daxwaz û perspektîfên Erdogan re bitewîne?
Weke çekên nukleerî
Bendavên Tirkiyeyê yên li ser çemên Sûriyeyê hatine çêkirin, ji çekên nukleerî xeternaktir in û bandorê li ewlehiya Sûriy û Îraqê dikin lê mixabin sînorek ji binpêkirinan mafên mirovan, rûmet û ewlehiya mirovan re nayê danîn û rêz ji êş û keda wan re nayê girtin. Keda salekê ya cotkaran bi xemsariya serokê dewletan û polîtîkayên wan li ber bayê diçin.
Divê Neteweyên Yekbûyî bikeve dewrê
Ya ku demildest tê xwestin ew e ku hemû welatên herêmê, bi taybetî Iraq, Sûriye û welatên erebî bi tevahî ji bo lidarxistina civînek bilez ji bo çareserkirina vê xetereyê û daxwazkirina ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên navneteweyî zextê li hikûmeta Erdogan bikin, da ku av ji bendavan berde astekê ku xetereya li ser welatên cîran ji holê rabibe. Bi vî rengî karesatek potansiyel ku dê bi tevahî wêranker be jî dûr bikeve; keda cotkaran û jiyana mirovan biparêze û rûmeta wan êdî têk neçe û were parastin.
Divê destûr bê dayîn ku pisporên navneteweyî rewşa bendavan kontrol bikin û asta ewlehiya wan binirxînin da ku xetereyên pêşbînîkirî li ser Sûriye û Îraqê jî kêm bibin. Çimkî niha hemû parêzgehên Sûriyeyê di bin xetereyê de ne, û em ji bîr nekin ku av nêzî gundewarên Kobanê dibe.


