AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê tîne

Gerînendetiya Giştî ya AVAMEDê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya gundê Duxruk ê navçeya Xana Axparê ku bi salan e berdewam dike, xeteke nû ya şebekeyê ya bi dirêjahiya hezar û 300 mitroyî datîne. Bi qedandina vê xebatê re, 50 malbat û 626 welatî dê bigihin ava vexwarinê.

1 deqe xwendin
AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê tîne

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê (AVAMED) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên ji bo bihêzkirina binesaziya ava vexwarinê ya taxên gundewar didomîne. Di vê çarçoveyê de tîm, bi armanca çareserkirina pirsgirêka avê ya ku bi salan e li gundê Duxruk ê navçeya Xana Axparê tê jiyîn, xeteke nû ya şebekeyê ava dikin.

Di çarçoveya projeya ku ji bo bersivdayîna hewcedariyên ji ber zêdebûna nifûsê û avabûna cihên nû yên niştecihbûnê tê meşandin de, xeteke ava vexwarinê ya bi dirêjahiya hezar û 300 mitroyî tê danîn. Xebatên ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ji bo demekê sekinîbûn, dîsa dest pê kirin.

Xet dê hewcedariya 50 malbatan dabîn bike

Şefê Sahayê yê Şaxê Xana Axpara yê AVAMEDê Kutbettîn Tari, xebatên li taxê di cih de kontrol kirin û destnîşan kir ku proje dê pirsgirêka avê ya li herêmê di asteke mezin de çareser bike û wiha got: “Em ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya ku nêzî 15 salan e li gundê Duxruk ê navçeya Xana Axparê berdewam dike, dixebitin. Dema ku em xeta xwe ya hezar û 300 mitroyî ya ku dê xizmetê bide 50 malbatan biqedînin, welatîyên me dê bigihin ava vexwarinê ya tenduristtir.”

‘Bi saya xebata AVAMEDê pirsgirêkeke me ya girîng çareser dibe’

Yek ji şêniyê gund Mehmet Can Gulter diyar kir ku bi zêdebûna nifûsa taxê re şebekeya heyî êdî têrê nake û wiha got: “Di sala 2007an de xetek biribûn beşeke gundê me. Lê belê bi wextê re xaniyên nû hatin çêkirin û hejmara malbatan zêde bû. Kesên ku li cihên bêşebeke dijiyan, neçar diman ku ji cihên derdorê avê bînin. Bi saya vê xebata ku AVAMED dimeşîne, pirsgirêkeke me ya girîng çareser dibe.”

‘Ev xebat ji bo me pir girîng e’

Şeniyê gund Ferat Akkuş jî da zanîn ku berê ji bo dabînkirina ava vexwarinê neçar diman diçûn Taxa Qorî ya girêdayî Xana Axparê û wiha axivî: “Berê ava me ya vexwarinê tune bû. Me ji Taxa Qorî ya ku nêzî 3 kîlometreyan dûr e av dianî. Hinek welatîyên me bîrên sondajê çêkirin, lê yan av jê derneket yan jî ava ku derdiket nedihat vexwarinê. Ev xebata ku tê kirin ji bo me pir girîng e.”