Awirek li ser dîroka Newroz û Sîn-Sîngo ye
Tê zanîn ku li ser dîroka Newrozê dîtinên cuda hene, piraniya dîrokzanan wê rojê bi çîroka Fîrdewsî û girtina Nînovê re girê didin.

Tê zanîn ku li ser dîroka Newrozê dîtinên cuda hene, piraniya dîrokzanan wê rojê bi çîroka Fîrdewsî û girtina Nînovê re girê didin. Fîrdewsî dibêjê; 'Li ser milên kralê zalim Dehaq du mar derketin, bizîşkan wek dermanê wan pêşniyara wî kirin ku rojê du mejiyên xortan bide ser. Bi fermana wî, her roj du xort dihatin kuştin û mêjiyê wan didan wan maran. Lê piştî demekê dilê kesên gencan serjê dikin bi wan şewitî û di cîhê yekî de mejiyê bizineke tev li kirin. Di dawiyê de, lawê Kawayê hesinkarê dawî jî birin ku serjê bikin. Kawa çû bi gurzê xwe Dehaq kuşt û êdî ew roj bû roja rizgariya ji zilim!` Dîtinek jî dibêje; `Sala medan paytextê asûr Nînova (bz 612) girtin û ew roj wek `Newroz` an rojeka nû pîroz kirin!` Bi vî awayî îdîa dikin ku dîroka Newrozê 2637 rojan berê destpêkiriye.
Di herdu bûyeran de jî Newroz tê wateya roja ji zilme rizgarbûnê. Pîrozkirina wê serdêmê bi wata îro tê pîrozkirin ve hevdû digrin û îro jî kurd vê rojê bi armanca ji zilmê, bindestiyê û koletiyê rizgarbûnêpîroz dikin.
Di vê xelekê de pirs ev e; gelo bûyerên tên qalkirin Newroz afirandin? Ez ê hewl bidim ku bersIveka dîrokî ji vê pirsê re bibînim lê dibê ji peyva Newrozê destpê bikim.
Bawerim li gor lîngustiyê peyva `New-roz` ne kurmanciyê û bi zaravê kurmancî gereg bibûya `Nû-roj`! Bêguman ziman tên guhartin lê ew peyv di farsî û zaraveya kirmanckî de hatiyê parastin. Di farsî de `Nou-roz` an `No-rooz` ê, di zaravê kirdkî de jî `New-roz` an `Newe-roz/roc`ê. Pekî çima di kurmancî de nehatiyê parastin? Gelo di girtina Nînova de kurmancîaxiv tunebûn an kirdkî dayika zimanê kurdî ye? Li gor lêkolînên min herdu jî nînin û dîrokeka din di pişt wê yekê de heye!
Kurdên li dervayî welat an yên îro li navênda Anatoliyê û dora çemê Firat (Mereş û Germiyan) dijîn 50 salan berê Newroz nedizanîn! Di cîhê Newrozê de `Sîn-Sîng` an `Sîn-Sîngo` dizanîn û pîroz dikirin. Edwars Wîllîam Charles Noelê di sala 1919an de çûyî Kurdistanê jî wê yekê tînê ziman û dibêje, zenda atmî ya li Pazarcik a Mereşê dijî, sîn-sîng û tûra dilîstin. Navê tûra bi serê xwe balkeş e lê ew lîstik bi werisên di avê de hatine qerisîn û bi du kesan tê lîstin. Herdu nefer bi werisan li jinûyên hev dexin heta ku yek ji wan pes dike… Sîn-Sîng jî di alî dem û şêweye pîrozkirine de wek Newrozê ye. Wê rojê, mêr rûyên xwe kûr dikin, hemî xwe pakij dikin, kincên nû lixwe dikin û dema tarî dadikeve ser cîhanê diçin cîhên bilind û agirekî mezin vêdexin. Jin, mêr, keç û xort çoyên ser bi agir (meşalê) vêdexin, di dora agirê mezin re digerin û govênde dikşînin. Ew tabloye derdikeve di heman demê de wêneyekî roj û stêrkên li dorê wê jî derdixê holê ku watedar e. Xortên li cîh kombûnî ye xwe bi dor di ser agir re helavên, yên pişt wan jî didan dû û dema digiştin hev jî gilaş (bersîngî-kuşnî) dikirin. Wê şahiyê heta nîvê şevê berdewam dikir.
Ew wersiyona herî dawiya ku min jiyaye. Helbet şêweyê kevn bi çi awayî bû ez nizanim lê divê hîn dewlementir bûyana. Gelo Sîn-Sîng tê çi watê? Fîrdewsî di berhema xwe de, qala cejneka bi navê Sede ya ji Newrozê kevintir dike. Em nizanin wî nav çiqas rast nivisiyê lê dibêje: kralê yekemîn ê eceman Kiyûmersê, di serdema neviyê wî Hûşeng de, ji nava keviran hesin hat derxistin, ji wî kêr, tevşo û bivir hatin çêkirin. Wî hesin li kevir xist û agir jê derket û cejna Sede ji vê demê tê û agir bû qible. Cejna Sede ji bo me di du xalan de girîng e. Yek, ji bo ku ew bûye qîblê koma arî, divê dîroka vê gelek kevn be. Ya duyemîn jî, giredana vê ya bi cejna di nav kurdên dervayê welat de tê zanîn an Sîn-Sîngo re ye. Îhtîmaleka mezinê ku cejna Hûşeng Sede bi Sin-sînko re yek in. Wek nav jî gelek nêzîkî hevin, dibê ku Fîrdewasî nav guhartibe yan bi demê re hatibe guhertin. `Kurê Hûşeng, Tahmûrs nivîs fêr bû, ew fêrî rûmî, erebî û farsî kirin…`(Şahnamê; rûp 32) Fêrkirina rûmî û erebî mirov fêhm dike, lê çima farsî? Gelo ew ne fars bû? Ji vê yekê mirov derxê ku ew kurd bû. Îhtîmalên dinên koka vî navî jî dibe ku ji sîng an sî yê hatibe. Sîng, ji gilaşa-bersînga xortan ya di


