Modernîteya kapîtalîst-modernîteya demokratîk û jineolojî
Ji ber ku paradigmaya modernîteya demokratik li ser rizgariya jinan, ekolojiyê û rêxistinkirina civaka demokratik hatiye avakirin, diyar e ku dê bi demê re modernîteya kapîtalîst têk bibe.

Me di destpêkê de jî gotibû ku jineolojî li ser têgihîştineke zanistî ya ku di hemû qadên jiyanê de hebûna jinan bi rêya zanistî esas digire, hatiye avakirin. Ew wek zanist li dijî ferzkirinên şaş derdikeve û di nirxên jiyana azad û xwezayî de israr dike. Di roja me ya îroyîn de şaşîtiyên herî bibandor jî bi kapîtalîzmê xwe dide der.
Kapîtalîzm ji bo civakê pergalek wêranker e. Ew îstîsmar, faşizm, sûdwergirtin û koletiya modern e. Naveroka wê vala ye, lê her tiştên ku pêk tîne jî tenê ji bo berjewndiyên xwe ye. Bi kurtasî ew dij- demokratik e.
Her çend dibe ku ji bo gelek aliyan, wek jiyana modern û azad xuya bike jî, kapîtalîzmê bi xwe re gelek zext û îstîsmarên giran jî anîne. Em dikarin vê yekê di hemû qadên jiyanê de bi taybetî jî li ser jiyana jinan bibînin. Ew zexta li ser ked, kesayetî, derûnî û laşên wan îro ji her demê din ê dîrokê bêtir tê jiyîn.
Bêguman, di her şaristaniyê de ev yek bi rengekî cuda derdikeve pêşberî me.
Îstîsmarkirina destpêkê ya kesayeta jinan; di serdema şaristaniyên koledar de wek koleyên malan ên ku ji bo xanedaniyên serdest zarokan bînin dinyayê, bû. Di serdema feodal de jî, ew wekî hebûnek netemam, ên ku tenê bêyî ku xwe bispêrin mêrekî dikaribûn bijîn. Ev hemû ji bo hebûn û kesayeta jinan derbeyên giran bûn.
Lêbelê, wan di şaristaniya kapîtalîst de (qaşo jiyana modern e) derbeya herî mezin a kujer wergirtin û bûn kelûpelên pergalê. Ev derbeya kujer ne kuştineke asayî ye; di her warî de bûyina mijara bazarê ya ku hêz û sûdê dide sîstema serdest e û di heman demê de, ji bo jinan jî tê wateya windahiyê. Vê yekê jî exlaq, estetîk û hevsengiya civakî hilweşandiye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paradigmaya xwe de vê sîstemê wek modernîteya kapitalist a ku civakê diperçiqîne bi nav dike û li hember wê jî sîstema modernîteya demokratik pêşkêşî şaristaniyê dike.
Taybetmendiya herî bibandor a modernîteya kapîtalîst ew e ku her gav kaos û krîzê biafirîne. Ji bo wê jî bi zanebûn mijarên çêkirî diafirîne, pêdiviyên rastîn ên civakê paşguh dike û rastiyê ji civakê vedişêre.
Kapîtalîzm bi teknolojiya îro, jiyan modernize û hêsantir kiriye. Ev yek jî ji aliyê civakê ve tê qebûlkirin. Lê, nabe ku civak bi lîstikên wê bixape. Ji avantajên modernîteyê dikare sûdê werbigire. Gava ku ev tê kirin jî, divê parastina maf û azadiyan esas be û rê neyê dayîn ku nirxên mirovî werin binpêkirin.
Li vir bi kurtasî be jî, em dikarin qala hin nirxên civakî bikin. Başî û xirabî, xweşikî û kîretî, exlaqî û dij exlaqî wek hêmanên bingehîn tên qebûlkirin. Nêrîna diyarker a ji bo taybetmendiya jinan jî her gav wek xweşikî, bedewî û jêhatîbûn e. Mixabin, kapîtalîzm, hêmanên baş hemûyan ji bo berjewendî û qezenca xwe bi kar tîne û nahêle feyde bigihîje civakê. Di danasîna her tiştî de laşê jinan bi kar tîne. Wek nimûne, di danasîna otomobîlekê yan jî amûreke ku tu têkiliyek jinan bi wê re tune ye, li şûna nîşandana taybetmendiyên otomobil û amûrê, girîngî tê dayîn bo balkişandina ser deverên cuda yên laşê jinan. Di vir de wek kesayet îstîsmarkirina jinan gihîştiye asta herî jor.
Her çiqas em bêjin, ev dem serdemeke modern be jî, bi xwe re koletiya modern jî aniye. Jin, çi bi dilxwazî be çi jî ji ber mecbûriyetê, di vê sîstemê de bêhêz û ast mane û ketine kemîna wê. Jêderketina vê kêmînê zehmet e, lê biryardariyeke xurt dixwaze. Ji ber vê yekê, jin li rê û rêbazan digerin da ku bi rastî xwe bigihînin heqîqeta jiyana hevbeş, wekhev û azad.
Hemû lêkolînên dîrokê de diyar bûye ku li dijî îstîsmarkirina mafan her gav daxwazên mirovan ên ji bo azadiyê hebûne. Ji ber ku jin herî zêde bi vê yekê re rû bi rû mane, daxwazên wan ên di vî warî de jî di rêza yekem de cih girtine.
Wekî ku filozof, civaknas û muzîknasê alman Adorno gotiye, “jiyana xelet bi awayeke rast nayê jiyin”, jin jî îro li jiyana rast digerin da ku xwe ji xeletiyên vê pergalê rizgar bikin. Ev jî bi zanista jineolojiyê pêkan e.
Heke bê gotin, jiyana civakî ya bêyî jinan ne mimkun e, hebûna wan di teşedan û aramiya jiyana civakî de her tim diyarker e, wê gavê divê jin tevî hemû nirxên xwe yên bingehîn bijîn, ne ku bibin amûrên modernîteya kapîtalîst.
Ev ê çawa pêk bê? Bersiv zelal e: “Bi zanista şoreşa jinan, jineolojiyê”
Em dizanin ku hevjiyan, hemû şêweyên têkiliya di navbera jin û mêran digire nav xwe. Ew ne tenê çavkaniya zayendperestî, pirsgirêkên malbatî û zewacê ye, di heman demê de ya hemû pirsgirêkên civakî ye jî. Ji bo wê, divê êdî mêr jî şiyar bibin, bêdeng nemînin û bi jinan re hevkariyê bikin da ku bikaribin behsa azadiyeke bi rûmet bikin. Bêdeng û pasîfmayîna her du zayendan, xwe teslîmkirina rewşa heyî ye û qebûlkirina hemû kirêtiyên modernîteya kapîtalîst e. Bi helwest û sekneke wêrekî û bi biryar a bi hev re, dikare nirxên baş di civakê de bi cih bike. Jinên têkoşer, wêrek û leheng ên kurd, dizanin ku ji bilî têkoşîn û berxwedanê rêyek din tune ye. Tirsa modernîteya kapîtalîst jî ev helwest e. Îro lehengiya jinên kurd di her warî de ji civaka xwe û cîhanê re dibe mînaka pêşengiyê. Bi têkoşîn û parastina xwe ya rewa, bi lêkolîn û belgekirinên dîrokî yên li ser jiyana civakî û jinan jî dê dîroka xwe ya nenivîsandî û tehrîfkirî binivîsin û zanista şoreşa jinan pêk bînin. Zanista şoreşa jinan jî hêmanek bingehîn a modernîteya demokratik e.
Ji ber ku paradigmaya modernîteya demokratik li ser rizgariya jinan, ekolojiyê û rêxistinkirina civaka demokratik hatiye avakirin, diyar e ku dê bi demê re modernîteya kapîtalîst têk bibe. Di vê tekbirin û avakirina civaka demokratik de jinên ku hestên azadiyê bi dest xistine, ji têkiliyên mêr û jinan haydar in û bandora xwe ya li ser jiyan û civakê dizanin, êdî dikarin mudaxaleya sînorên ku di zanistê de hatine danîn jî bikin. Ev mudaxale dê cihê zanista jineolojiyê ya di nav zanistan de xurtir bike.


