Salvegera 27an a Roja Reş

Komployên navdewletî, bi serneketin, saya serê Rêber Apo û berxwedana gelê Kurdistanê û bi piştgriya dostên xwe yên navneteweyî.

1 deqe xwendin
Salvegera 27an a Roja Reş

27 sal berê, hêzên modernîta kapîtalîst Rêber Apo ji Kenyayê radestî Îmrali ya Tirkiyeyê kirin. Ew roja 15ê Sibatê weke birînek giran a derûnî xwe berda laşê me û heta niha jî, ew dîmen ji ber çavên me naçe.

Wê rojê serê sibê, weke nûçeya sereke di televizyonê de serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Ecevit, bi komeke xwe ya nijadperest re derket ekranan û got: “ Abdullah Ocalan li cem me li Tirkiyeyê ye!”

Dema ku me ew nûçe guhdar û temaşe kir, em li dora deh kesan bûn li wê saziyê û mîna ku xwîna me raweste û zimanê me negere, demek dirêj em hemû bêdeng bûn. Baş tê bîra min, dilê me kesî ranegirt ku em berê xwe bidin hev li çavên hevdu binêrin û yek gotinê ji hevdû re bibêjin, hema weke kor, ker û lalan demek dirêj li wî xaniyê saziyê, mîna kesên qeşagirtî rawestî man. 

Bêgûman, ev bêdengî nikaribû zêde bikişanda, ji ber ku gelê me yê welatparêz û dostên me ji çar alî ve ketîn nava lêgerîn û pirsan. Agahîstandin ji Rêber Apo, her çendîn ne gelek zelal bûn û ne gelek cihê baweriyê bûn jî, di demek kurt de agahî hatin û hinek bêhna me derket û piştî çûn-hatina parêzeran gav bi gav ew bêhntengî derbasî bêhnfirehiyê dibû.

Di despêka dîlgirtinê de, çawa cîhan li serê me hejiya, lê belê sal bi sal, êdî wê serî li dewleta tirk û komplogeran bihejiya. Her ku danûstandin bi Rêber Apo re pirtir bûn, bi agahiyên der barê tenduristiya wî û jiyana wî re, peyamên wî jî gihiştin gel û tevgera wî.

Bêgûman her peyamên wî, him ji birînên derûnî re û ji hewcedariyên bîrdozî, siyasî û rêxistinî re jî dibûn mîna dermanên hekîm û loqmanan! Di encamê de, heke weke gotina dawî pêşî were gotin, mirov dikarê bêje, bi demê re armancên komployê jî kêlî bi kêlî dihatin pûçkirin, şûna wê, bi mezinbûna bawerî û berxwedanê  tije dibû.

Hema kurt û kurmancî em pêde biçin, li pey deh salên zîndanê bi sazkirina Pêvajoya Çareseriyê re, derbeyek giring û hêja li siyaseta komplogeran hat dayîn û Şoreşa Rojava hat lidarxistin. Bêgûman di nava vê şoreşê de şoreşek din jî pêkhat, ew jî Şoraşa Jinan e.

Ji bo ku tola xwe bistînin komploger, ketin nava gelek lîstik, plan û provakosyonan, da ku vê Şoreşa Rojava hilweşînin. Erê, bi sazkirina hinek rêxistinên kujer û kastik katil ên mîna DAIŞê re, gelek zerar û ziyan dan şoreşê û gelek însanên me şehîd ketin, lê belê dîsa jî dijmin bi ser neket. 

Berevajî, nav û dengê Şoreşa Rojava û bi taybetî jî bandora pêşengiya jinan him di şoreşê de û him di avakirina pergela demokratîk a civakî de, gihand hemû herêmê û pir aliyên cîhanê jî.

Mînakek herî li ber çavan û şênbêr, berxwedan û şehadeta jina Rojhilatî ya Jîna Emînî ye, ya ku bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî re, çi anî serê rejîma kevneperest û diktator a Îranê û rejim çendîn hejand? Jixwe ev serhildan hîn jî dewam dike û ew rejîma îdamkar jî, wê di demek nêz de hilweşe! Bêgûman wê vê carê jî bibe mizgîniya Şoraşa Rojhilat!

Di vê navberê de em balê didin rewşa cenga cîhanê ya 3yemîn, li gel hewldanên amadekariyên şer û cengên giran, hinek lihevhatinên tektîkî jî tên dîtin. DYAyê û Rûsyayê, rêkeftinek pêkanîn, Trump Ukrayna da Rûsyayê, Putin jî Sûriye da DYAyê û hwd.

Armanca Trump û hevalbendên wî teslimstandin an rûxandina Îranê ye û ji bo vêya jî, dixwaze eniyek cîhadistên sunî di bin kordinasyona Tirkiyeyê de li dora Îran saz bike; weke Afganistanê, Sûriyeyê, Iraqê (tê gotin ku di vê eniyê de rolekê didin keça Saddam jî) û hwd.

Rêber Apo, ji mêjve ev siyaset û hewldanên xeter dîtibû û lewma bi lez Pêvajoya Çareseriyê ya 2yemîn da despêkirin û xwest vê pêvajoyê bi lez bide meşandin û bigêjîne encameka serkeftî.

Lê ev pêvajo, li gor daxwaza dilê Trump nebû, bi gotinek din, ne dikaribû Şoreşa Rojava û ne jî Tevgera Azadiyê bixe xizmeta siyaseta xwe ya cenga cîhanê a 3yemîn, lewma dest bi rawestandina Pêvajoya Çareseriya 2yemîn û hilweşandina Şoreşa Rojava kir! 

Ew mirovê xwe yê taybet Tom Barrack, weke ku bi temamî ji bo xerabkariya deskeftiyên gelê kurd şandiye vê herêmê! Li gel ku di peymana navbera rêveberiya demkî ya Şamê ya Colanî û HSDê de hinek xalên neyînî jî hebûn, lê dîsa jî Mezlûm Ebdî peymana Şamê ya 4ê çile wê îmze bikira, lê belê ji ber ku li aliyê din li Parîsê peymana 6ê çile ya navbera Colanî û Îsrailê hat îmzekirin, êdî otomatîkî peymana Şamê hat rawestandin û êrişên ser deskeftiyên Şoreşa Rojava dan despêkirin. Bêgûman di vê komploya 2yemîn de, di rêya Tirkiyeyê de yekser destê Fransa, Înglistanê û DYAyê hebû.

Li hember van hewldanên provakatîf û neyartiyê, gelê Kurdistanê, li rex tevgera xwe, li her çar parçeyên welat û derveyî welat bi giştî, bi ruhê seferberiyê rabûn serihildana bênavber, bêsînor û biryar dan ku heta negihên armancên xwe û xeter ranebe, dev ji serîhildanê bernadin! 

Li hember vê serihildana ku li dor mehekê ye gelê Kurdistanê birêve dibe, eniya piştevanên Colanî tirsand. 

Lê Rêber Apo, li gel ku şert û mercên wî ne gelek guncavin jî, heke dest ne avêtiba vê mijara malxerab û li gor zanebûn û tecrûbeya xwe hewl neda ba, Şam û Rojava dîsa nedigihiştin hev û rêkevftina nû ya 29ê Çile îmze nedikirin. Niha heke hîn jî xetere bi tevayî ranebû bin jî, hêvî heye ku li ser vê peymana nû, her du alî jî bimeşin.

Bi kurtasî di kesayeta Şoreşa Rojava de gelê Kurdistanê, bi vê serhildana xwe ya giştî, çi derxist holê:

  • Bi vê komploya 2yemîn a mîna 15ê Sibatê ya ku di 6ê çile de da destpêkirin re, “komplogeran bivirê xwe li kevir dan” , li şuna armanca wan a şikandina yekîtiya gel, yekrêziya “neteweya demokratik” a ji pola derket holê!

  • Gel, bi xwe weke aktorê siyasî derket qada şoreşê û weke şêra fermana xwe ragihand got: Va yê, ez weke ji jêr ve ber bi jor, min biryara îradeya xwe ya Yekîtiya Neteweya Demokratik standiye û ez pêşkêşî raya giştî a cîhanê dikim.

  • Aliyên vê îradeya min nas nekin ez jî wan nas nakim û ez ê li ser vê biryara xwe bimeşim û bijîm.

  • Her aliyên bixwaze em li ser jiyanek hevpar û wekhev lihev bikin, em amade ne ku bi wan re mîna xuşk û bira bijîn û hwd…

Komployên navdewletî, bi serneketin, saya serê Rêber Apo û berxwedana gelê Kurdistanê û bi piştgriya dostên xwe yên navneteweyî.

Erê pêşî lê tên birîn, lê xetereya komploya hîn bi tevayî dawî lê nehatiye, lewma heke ji van serpêhatiyan baş ders were derxistin û amadekarî baştir werin kirin, êdî komployên 3yemîn an 4emîn nikarin pêk werin, heke pêkwerin jî nema dikarin ti encaman bigrin.

Ji bo jiyanak azad û wekhev, her ber bi pêş ve…