Aysu Baykal a ku ji gurçikên xwe nexweş careke din hate girtin
Aysu Baykal a ji ku gurçikên xwe nexweşbû ji aliyê dozgerê Stenbolê ve hate berdan, bi heman hincetê di derketina ji nexweşxaneyê de careke din hate girtin.

Li Stenbolê dema dawî pêla girtinê ya li hemberî şoreşgeran dewam dike. Dozgerên ku dema dawî gelek kesên binçavkirî bêyî girtina îfadeya wan biryara girtina wan da, vê carê jî Aysu Baykal ku berda bûn piştî çend saetan bi heman hincetê careke din girt.
Nexweşa neqla organ a Aysû Baykal ku destpêka meha sibatê li Stenbolê di serdegirtina malê de hate binçavkirin, çend saet piştî ku ji aliyê dozger ve hate berdan, bi fermana heman dozgerî careke din hate binçavkirin û girtin.
Nexweşa gurçikê destpêkê hate berdan, piştre hate girtin
Aysû Baykal ku salên dirêj ji ber sedemên siyasî girtî ma û li girtîgehê nexweşiya gurçikê jî di nav de bi gelek nexweşiyan ket, 15ê sibatê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Di 4 rojên binçavkirinê de dermanê wê bi têrkerî nedan wê û rewşa tenduristiya wê giran bû. Li gel vê yekê li şûna ku wê bibin nexweşxaneyê birin dozgeriyê.
Di dema îfadeya li dozgeriyê de Aysu Baykal nexweş ket û ew birin nexweşxaneyê. Bi biryara dozger hate berdan, lê belê bi fermana heman dozgerî ji nexweşxaneyê hate binçavkirin û girtin.
Parêzer Naîm Emînoglû anî ziman ku Baykal bi hinceta ku tevlî bîranîna komkujiya 19ê kanûnê bû hate binçavkirin.


