Ayten Dersim: PKK ne tenê navek e
Kongreya Awarte ya 12emîn a PKKê di navbera 5-7ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat.

Kongreya Awarte ya 12emîn a PKKê di navbera 5-7ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Ji delegeyên kongreyê endama Koordînasyona PAJKê Ayten Dersim di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Silav kir û şehîdên şoreşê bi bîr anî. Ayten Dersim di axaftina xwe de wiha got: "Ez jî mirovê azad, Rêberê me bi hurmet, hezkirin silav dikim. Hemû şehîdên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Heval Fûat û heval Riza bi wesîleya kongreyê soza xwe di şexsê wan de dubare dikim ku bibim rêwiyeke heqîqetê.”
Ayten Dersim wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêbertî ne cara destpêkê ye vê yekê ji me re dibêje. Ji kongreya 6'emîn û pêvajoya piştî wê ve hemû amadekariyên xwe, teorî, perspektîf û teoriya xwe timî nû kir, mezin kir û xwest PKK'ê nû bike. Ji destpêka salên 2000'î û vir ve hêzên kapîtalîst modernîte yên dest li Rojhilata Navîn werdidin dixwazin Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayn bikin. Ev pêvajoheta niha jî dewam dike. Rêbertî di dema derbasbûyî de jî timî ev yek got, 'Yê ku xwe nû neke, wê hinekî din wî nû bike, yan jî yên ku xwe neguherînin wê bêne guhertin'. Di şexsê Iraqê de ev ket rojevê û heta roja îro dewam dike. Rêbertî dema ku demokrasî pênase kir ev yek got û dibêje, 'Demokrasî bi dînamîkê xwe yê cewherî, hêz û hişmendiyê bi pêş dikeve'. Lewma dest li PKK'ê werdide, diyar dike ku PKK'ê rola xwe temam kiriye, bûye malê dîrokê û li ser vê dîrokê xwe jinûve ava bike, bi hêza xwe û dînamîka xwe êdî divê civakî bibe. Rêbertî cewhera PKK'ê her tim weke jin pênase kir. Me jî hewl dan bi vê cewherê xwe ava bikin. Weke jinekê me dît ku eger PKK bi temamî li gorî felsefe, îdeolojî û stratejiya Rêbertî nekarî bimeşe, weke jinekê di vir de para min jî heye. Ji ber ku Rêbertî her tim mîsyonek danî pêşiya jinê. Li gel mîsyonê her wiha kûrahiya îdeolojîk û dilsoziya bi azadiyê re danî pêşiya jinê. Ji ber ku timî ev yek got, 'Ne tenê li benda guherîna yê li hember bisekine, divê h


