Rapora AOAV: Li seranserê cîhanê bikaranîna çekên teqemenî kêm b
Saziya civakî ya sivîl a bi navenda xwe Londonê Action On Armed Violence (AOAV), di rapora ‘tundûtûjiya teqemenî’ de ya ku 16ê sibatê weşand, eşkere kir ku par li seranserê cîhanê bikaranîna çekên teqemenî kêm bûye.

Li gorî rapora AOAVê, di sala 2025an de li seranserê cîhanê bikaranîna çekên teqemenî bi rêjeya %18, windahiyên ji ber van çekan jî bi rêjeya %24 kêm bûne. Lêbelê li gorî raporê, li Ukraynayê rewş berovajî ye. Di encama bombabarankirina Rûsyayê de, li welat windahiyên sivîl %26 zêde bûne, di heman demê de hejmara bûyeran tenê bi rêjeya %6 kêm bûye. AOAVê ev zêdebûn bi tundkirina êrîşên Rûsyayê yên li ser bajaran û binesaziya sivîl ve girêda.
li Ukraynayê windahiyên sivîl zêde bûn
Li gorî saziyê, di sala 2025an de li Ukraynayê 2 hezar û 248 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 12 hezar û 493 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku di her êrîşekê de bi navînî 4,8 sivîl mirine an jî birîndar bûne; hat destnîşankirin ku ev yek li gorî sala 2024an tê wateya zêdebûneke bi rêjeya %33.
welatên ku herî zêde bûn sedema wındahiyan: îsraîl û rûsya ye
Hat diyarkirin ku di kêmbûna gerdûnî de bandora agirbesta meha Cotmehê ya li Xezayê heye. Hat tomarkirin ku di sala 2025an de windahiyên sivîl li Xezayê li gorî sala ewil de %40 kêm bûye û daketiye 14 hezar û 24an.
Lê belê, hat ragihandin ku welatê herî zêde bûye sedema windahiyên sivîl bi rêjeya %35 Îsraîl e û Rûsya bi %32 di rêza duyemîn de ye. Şerên li Sûdan û Myanmarê jî bi windahiyên canî yên zede derketin pêş.


