Azadiya Welat: Kurdî dîsa dê biherike

Lê rastiyek tê zanîn, heta ku pirsgirêka kurdî neyê çareserkirin, ev welat nikare nefesa xwe bide û bistîne. Bêyî azadiya ramanê, civak nikare bi xwe re rûbirû bibe.

1 deqe xwendin
Azadiya Welat: Kurdî dîsa dê biherike

Azadiya Welat piştî 22 salan, sala 2016an hate girtin. Lê ne tenê rojnameyek hate girtin; heqîqeta ku bi zimanê gel hatibû avakirin, peyva ku di bîra civakê de diçirisî, dixwestin bigirin û bêdeng bikin. Zext çiqas mezin bin jî peyv li cihê xwe dimîne. Ziman li cihê qedexekirinê namire. Heqîqet nayê veşartin û her çiqas tarîtî li ser were rijandin jî, rêyekê dibîne û dîsa diaxive. 

Îro eger Azadiya Welat dîsa bi xwînerên xwe re tê ba hev, ev ne tenê vegerek e. Ew rêveçûn meşek e ku dixwestin nîvco bihêlin, lê ji cihê xwe ve berdewam dike. Çimkî ev rojname, ji nûçeyê wêdetir hizr û bîrek e. Di nav rêzikên xwe de êş, berxwedan û rûmeta gel hildigire.

Azadiya Welat ne weşanek e ku li gorî şert û mercan diguhere. Ew israr û sekinandina heqîqetê ye. Navê hebûna li dijî înkarê, dengê li dijî bêdengiyê, bi wêrekî li dijî tirsê rawestîn e. 

Mixabin hîn jî li ser vê axê ziman di bin zordariyê de ne. Hîn jî vîn û îradeya gelan nayê pejirandin. Siyaset tê tengkirin, jiyan tê tengkirin.

Lê rastiyek tê zanîn, heta ku pirsgirêka kurdî neyê çareserkirin, ev welat nikare nefesa xwe bide û bistîne. Bêyî azadiya ramanê, civak nikare bi xwe re rûbirû bibe. Azadiya Welat ne tenê şahidiyê dike; peyvê dide ser milê xwe, bîr û baweriyê hildigire, rastiya duh bi îro ve girêdide.

Azadiya Welat dê îro û sibê jî bi zimanê gel binivîse. Di bin siya ti hêzeke serdest de serê xwe natewîne û naxape. Ev rojname ji bo li gorî rewşa siyasî xwe naguherîne! Ji bo bi sebir û berxwedanê rastiyê binivîse derketiye rê. Loma jî nikare bêdeng bikin. Peyv dîsa ketiye rê. Ziman dîsa rêya xwe dîtiye. Azadiya Welat li vir e û peyv, ji cihê xwe diaxive.