Bafil Talabanî û Neçîrvan Barzanî bo Newroza Amedê peyam şand
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî ji bo Newroza Amedê peyama pîrozbahiyê şandin

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Newroza Amedê peyamek şand. Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab peyama Nêçîrvan Barzanî xwend.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman ku ji bo wan Newroz cejneke taybet e û wiha got: “Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, bi germî û ji dil, li hemû gelê kurd û li we yên hêja pîroz dikim ku îro li vir, li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne.”
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku Newroz ji bo wan cejneke taybet e û wiha got: “Sembola vejîn û îradeya jiyanê ye. Her wiha nîşandana hêviyên milletekî ye ku her tim têhniyê azadî û pêkvejiyanê bûye. Hêvîdar im ev cejn ji bo hemûyan bibe sedema xêr û aramiyê. Ev girseya we ya ku li Amedê bûye karekî salanê yê ciwan, bi serê xwe; cejna jiyan û ciwaniyê û nîşana daxwaz û peyama gelê Kurd e ji bo biratî û qebûlkirina hevdu.”
Aştiya li Tirkiyeyê ji bo gelê kurd û tirk e
Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo aştiyê jî anî ziman û got: “Di demekê de ku em îro cejna Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştgiriya xwe ya dilsozane ji bo aştiyê teqez bikin. Pêkanîna aştiyê li Tirkiyê karekî dîrokî ye û ji bo berjewendiya herdu gelên kurd û tirk û tevahiya herêmê ye. Aştî; rêya yekane ye ku pêşerojeke geş ji bo nifşên me misoger dike. Em pir ji kevnde cîran û hevqeder in. Çarenûs û berjewendiyên me yek in. Tenê bi rêya pêkvebûn û aramiyê em dikarin bi ser astengiyan de serkevin û jiyaneke bi rûmet ji bo her kesî ava bikin.”
Nêçîrvan Barzanî herî dawî wiha got: “Li vir, spasi û destxweşiyê ji bo hemû wan gavan dubare dikim yên ku heta niha ji bo serêxistina aştiyê hatine avêtin. Em bi hêvî li van hewlan dinêrin û çavê me li gavên zêdetir e. Em li Herêma Kurdistanê, dîsa hemû hevkariya xwe ji bo serêxistina aştiyê nîşan didin û li benda bidawîbûna pevçûnan û bicihkirina aramiyê ne. Werin em hemû pêkve kar bikin ji bo ku di van rojan de, ku herêm di nav şer û pevçûnên dijwar re derbas dibe, aştî bibe rastiyeke hertimî. Newroza we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”
Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî jî ji bo Newroza Amedê peyamek şand. Peyama Bafil Talabani wiha ye: “Silav urd û Kurdistan, silav hevalên hêja, silav zarokên xweşik ku niha li wir sekinîne, silav heval Abdullah Ocalan, silav Serok. Cejna we ya Newrozê pîroz be, îşelah tim di cejnê de bin. Di vê dema hesas de ku girîng e, yekgirtîbûna me ye, yekgirtîbûna hemû kurdan e yekgirtîbûna her çar parçeyê Kurdistanê ye.‘Înşelah di demeke nêz de em ê te bi awayekî azad bibînin’
Silaveke taybet, rêzeke taybet ji bo hemû aliyên ku beşdarî projeya aştiyê ya heval Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Înşelah di demekî herî nêz de têm xizmeta te heval Apo. Înşelah bername û plana te em ê bi hev re biqedînin. Înşelah di demekî nêz de em ê te bi awayekî azad bibînin. Hûn hemû dizanin Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) her tim bi we re bûye. Niha sozekê didim we her tim ji bo we dibe her tim ji bo we xebat dike û her tim li ser serê min û çavên min. Hûn bi xwe jî dizanin ku xwezayeke min heye ya ku dibêjim bi cih tînim. Soz didim we hemûyan. Saleke din hûn ê min bi video nebînin. Ez ê saleke din di xizmeta we de bim. Her bijîn. Cejna we pîroz be. Li ser ser û ser çavan.”


