Bahçeli: Pirsgirêkek Tirkiyeyê ya hebûnê heye û dê her hebe
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, li civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê axivî û diyar kir ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên demokratîk û qanûnî dê gav bi gav bên avêtin.

Serokê Giştî yê MHPê di civîna koma partiya xwe ya li Meclisê de axivî. Bahçelî bal kişand ser nîqaşên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û bertek nîşanî derdorên li dijî pêvajoyê derdikevin, da. Bahçelî wiha got: “Dawiya siyaseta nasnameyê tune ye. Tu qezenca dubentiya li ser bingeha etnîk û mezhebî ji kesê re tune ye. Lê berî her tiştî pirsgirêkek Tirkiyeyê ya hebûnê heye û dê her hebe.
Di çarçoveya armanca me ya pêvajoyê de li gorî rapora komîsyona têkildar, dê sererastkirinên demokratîk û qanûnî gav bi gav bên bi cih anîn.”
Bahçelî angaşt kir ku divê herkes ji helwestên pêvajoyê bixitimîne dûr bisekinin û wiha domand: “Divê pêvajo ne zêde bê dirêjkirin û ne jî bê bilezkirin. Her wiha divê nîqaşên li ser vê yekê jî zêde neyên germkirin. Em derketin rê û em bawer dikin ku em dê bigihin armancê.”
Bahçelî di axaftina xwe de diyar kir ku piştî cejnê reformên ku bi temamî hatine amadekirin dê gav bi gav werin avêtin. Bahçelî got ku bêyî hesabên erzan bên kirin, dê gavên qanûnî û demokratîk li gorî daxwaza wijdana civakê werin avêtin.
Bahçelî got ku tirk û kurd tenê dema ku bi hev re ne hêz in û li cihê ku yekîtî heye, aşîtî, pêşketin, hêz û qudret heye. Behceli di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku pêvajo ne pêşbaziyeke demkurt û nakokî ye û tu alî winda nakin.


