Bajarê ji artêşa 10 Hezaran re bû rêber: Zaxo

Bi komployeke navxweyî Beriya Zayînê (B.Z) di sala 549’an de, hukumdarî ji destê Medan derketibû û ketibû destê Persan. Ev rewşa hanê gelekî li zora Lîdyayiyên dostên Medan çûbû.

1 deqe xwendin
Bajarê ji artêşa 10 Hezaran re bû rêber: Zaxo

Bi komployeke navxweyî Beriya Zayînê (B.Z) di sala 549’an de, hukumdarî ji destê Medan derketibû û ketibû destê Persan. Ev rewşa hanê gelekî li zora Lîdyayiyên dostên Medan çûbû. Lîdyayî, dixwazin tola dostên xwe yên Med, ji Persan bistînin. Lê di qada şer de, tiştekî kesnedîtî diqewime û hespên Lîdyayiyan, ji ber deve/hêştirên Persan ditirsin û hespên wan li qada cengê diqutifin. Bextê Persan cara duyemîn lê dixe. Piştî împaratoriya Medan, hukumdariya Lîdyayê jî dikeve bin darê Persan. Hem Ekbatana paytexta Medan, hem jî Sardes (Salihliya Manîsayê) paytexta Lîdyayê dikeve destê Persan. Bi vî awayî, Pers li ser gencîneya du welatên pir dewlemend rûdinên.

Derdora sed 50 sal di ser re derbas dibe. Darayê 2’yemîn dimire. Kurê wî yê mezin, Artakserkses/Erdeşêr derdikeve ser text. Di vê navberê de Kroş ê birayê piçûk jî hingê hukumdarê rojavayê împaratoriya Persan bûye. Her du mîrza, ji bo textê hukumdariyê li hev nakin. Diyar e ev nakokiya di navbera her dubirayan de, li xweşa Lîdyayiyan jî diçe. Lîdyayî, ji bo nakokiya di navbera her du mîrzayên bira kûrtir bikin, Kroşê birayê piçûk dicixirîne û wî sîr dike.

Kroş jî radibe artêşek ji gelê herêmê ku ji deh hezar leşker pêk tê, kom dike. Ev artêşeke bi meaş/mûçe bûye û bi vê artêşê dajo ser birayê xwe yê mezin. Ksenefon ê şagirtê Sokrates jî di nav vê artêşê de cih distîne.

Kroş, li gel artêşa 10 hezaran ji Sardesê bi rê dikevin û di ser Frîgya, Îkonya, Kapadokya, Klîkya, Antakya, Efrîna îro û berûberê çemê Ferêt tê xwe digihîne heta Babîlyonê. Li vê derê Kroş dikeve kemîna birayê xwe û tê kuştin. Artêş dimîne bê fermandar.

Leşker tevdek bi zîrekiya Ksenefon bawer in. Ksenefon dibe serfermandarê artêşa 10 hezaran. Ksenefon ji xwe re dike armanc, bê şer û pevçûn wan leşkeran bi sax û silametî bigihîne dê û bavên wan.

Welatê kardoxiyan

Li vegerê li gundîyekî Kardûkî/Kardoxî rast tê. Riya bi bisteh, ango riya ewledar ji wî gundiyê Kardoxî dipirsin. Gundiyê kardoxî, çiyayê Zagrosan raberî Ksenefon dike û dibêje: “Ev çiyayê hanê welatê kardoxiyan e. Ew neyarên persan in. Wextekê berê Persan, artêşeke ji 120 hezar kesî pêk dihat şand ser Kardoxiyan. Lê ji wî 120 hezar leşkerî, yek bi tenê jî sax venegerya. Kardoxiyan ew tevdek kuştin…”

Ksenefon bi ya wî gundiyê kardoxî dike û xwe li çiyayê Zagrosê dixîne. Hefteyekê pê de di nav welatê kardoxiyan re derbas dibe. Lê kardoxiyên di nav Zagrosan de, bi kevkaniyên xwe yên koçerî, bi tîrên xwe yên ji darê Benav/Reşdar, Ksenefon û leşkerên wî tibabekî şerpeze dikin. Heta kardoxî pê dihesin ku ev artêşa nîzamî ne artêşa talan û dagirkeriyê ye, malikê li Ksenefon û artêşa wî diviritînin.

Diyar e ku hingê jî pêşiyên me yên kardoxî, ji şerê gerîlatiyê re serwext bûne. Lema Ksenefon dibêje: Kardoxî, bi komikên piçûk derdiket li serê çiyayên bilind. Bi agir û dixanê peyam ji hev re dişandin, dikirin lîrelîr. Bi stran û reqsê şerdikirin û xunava kevir û tîran bi ser me de dibarand. Tîrên wan ew çend dijwar bûn, mertalên me yên hesinî qul dikirin û derbas dibûn. Bi vî awayî li leşkeran diketin û ew dikuştin…”

Artêşa Ksenefon heta ji erdnîgara kardoxiyan derbas dibin, sê hezar kuştî li dû xwe dihêle û firtêfirtê xwe digihîne Deryaya Reş. Paşê berhema xwe ya nemir a bi navê Anabasîs (rapelikîna bi çiyayan ve) dinivîse.

Gelo kî dikare bibêje ew gundiyê riya rast raberî Ksenefon kiriye, ne gundiyekî herêma Zaxoya îro ye? Û ez jî niha li Zaxoya li binetara çiyayê Zagrosê me. Her wiha rêberekî min jî heye. Bila navê rêberê min li ba min xef be. Hema hema her roj ez ji hotêlê radikirim û ez li her devereke Zaxoyê digerandim.

Ji serdema Ksenefon bigire heta roja me ya îroj, zaxoyî bi rêberên xwe yên bi ewle, navdar e û dîsa kî dikare îda bike bibêje ev rêberê min ê niha min li derdora Zaxoyê digerîne, ne nevîçirkê wî kesê rêbertî ji Ksenefon re kiriye?!

Ez jî vê ger û geşta xwe ya li welatê