Di 21ê Sibatê de rol û rista kurdî
Ziman, bi hemû deng, reng, nîşane û wateyên xwe derûniya civakî pêk tîne. Heke ku bi milyaran, trilyonan deng û frekansên ku ji ser ve wekî alfabe şênber bûye û mejiyê mirov û civakî bi wan nîşaneyan pêşveçûna xwe saz dike, dadinasîne û derdixe zanebûn û jiyanê, ji serê mirov û civakê jê biçin, ev tê wateya bêbîrbûnê, jêçûna hişê çalak û gêjbûna civakî ku bi vî awayî derûniya civakî jî têk diçe.

Ji bo civakeke wekî civaka kurd vegotina girîngiya ziman, yek ji rewşên herî hêjaye, bes di heman demê de ew qas jî zehmet e. Danasîna tameke ku nehatiye fêmkirin çiqas wateya xwe heye, mijara nîqaşê ye. Helbet zimanê kurdî îro di bîr, hiş, hest û li ser zimanê bi milyonan kurdî jiyana xwe didomîne. Yan jî hewl dide bidomîne. Lê gelo mêjûyê çalak ê civakê ji van aliyan ve zimanê kurdî li ser lingan digre yan giyana dêrîn a çand û zimanê kurdî hewl dide kesayetî û civaka kurd li ser lingan bigire? Ev mijara guftûgoyan e. Vebijêrka duyemîn hîna nêzî rastiyê tê. Heke vebijêrka yekemîn (kesayetiya kurd a çalak ku ji aliyê bîr, hiş û hestî ve ziman li ser lingan bigirta) rast bûya, dê civaka kurd (bi taybet li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê) her ku biçûya zimanê xwe xurt bikira, lêbikoliya, biaxiviya, bixwenda, binivisiya, wate bidayê û jiyaneke civakî ya li gorî van ava bikira. Lê mixabin rewş berovajiyê vê ye. Ji dengan û peyvan bigire heta axaftinê, zimanê kurdî di vê rewşê de her ku diçe ji bîra kesayetiyan û civaka kurd jê diçe. Em ji ku vê dizanin? Zarok û nifşên nû yên kurd bi zimanê xwe napeyîvin. Anku pêşeroja kurdî û kurdan ji rist û rastiya xwe dûr digihîje. Nikare wekî gihîştin jî were ziman. Pûç dibe. Gelo di vir de kêmasî yan jî tewanbarî ya kî ye? Di xwe de nehewandina giyan û jiyana axaftinê, nivîsê, xwendinê û hwd a kurdî kêmasî û tewanbariya bi giranî ya kurdan e. Li herêmên Kurdistanê yên ku kurdî lê paşve dikeve, ji aliyê siyasî ve siyasetmedarên kurd bi zimanê serdestan axivîn û hîna jî vê didomînin. Bi vî rengî hewl dan û didin ku xwe bi înkarkerên xwe bidin famkirin(helbet zimanê dîplomasî û hin rewşên taybet dê hebe)lê bi qasî vê jî di dema dirêj de bûn sedem ku rist û nemûşa ku di meriyetê de kurdî şayanî siyasetê nîn e were famkirin.
Rewşenbîrên kurd, bi heman awayî xebat û giraniya nivîsên xwe bi sedemên li jor ên hevpar ve têkildar bi zimanê(helbet Hêjayên ku bi zimanê xwe rewşenbîrî kirine ji vê rewşê der in)serdestan pêk anîn û tînin. Heya demên dawî jî kêmbûn an jî kêmasiyên Medyaya kurd, di vê hêlî de sedemeke girîng bû. Hunermendên kurd, kurdî bi tenê bi çend stran an jî xelekên li ser dikê ve sînordar girtin û digrin. Nivîskariya kurd bi heman awayî di nava kêmasiyên girîng de ye. Pir kêm nivîskarên kurd bi kurdî dinivîsin. Armanc, sedemên aborî, populerî û hwd e. Ev sed salên dawî û bi taybet jî pêncî salên dawî ye ku bi dehan hezar keç û xortên kurd ji bo van nirxan xwîna xwe rijandin, lê siyasetmedarên kurd li gorî ku bi kêrî wan û van nirxan werin, siyaseta xwe najînin û nadin jiyandin, nivîskar hubra(murekeb)xwe narjînin, hunermend dengê xwe narjînin, rewşenbîr ramanên xwe narjînin û beşên civakî yên din jî tiştên pêwîst bi têrî nakin û narjînin. Di encamê de wekî rist û nemûşa îroyîn, zarokên kurd ji zimanê kurdî dûr, ji bo serdestan mezin dibin. Dayikên kurd ên ku bi dehan sal in ji bo zarokên xwe hêsiran rijandin, îro li hemberî vê pişaftin û pûçbûnê hêsiran narjînin û bi zarokên xwe re bi zimanê serdestan dipeyîvin. Îro li Kurdistanê rewşeke pir cûda ya derûnî pêk tê; zarokên kurd ên piçûk, mezinên xwe hînî zimanê serdestan dikin! Bav, di vê oxirê (bêoxirî) de bi çavekî amûrên aborî li zarokên xwe dinêrin û ji vê rewşê re hêsiran narjînin. Xirabûna ku piranî bi vî awayî ji ser ve wekî nemûş pêk hat, di tevahiya civakê de bi vî rengî cihê xwe girt. Divê herkes di vê hêlî de li ser xwe bifikire. kurd îro bi giranî wekî “gêjoke” yan zimanê xwe diaxivin û dijîn. Zimanê ku perwerdeya wî neyê dayîn, lêkolînên pêwîst ên zimanzanî li ser neyê kirin, bi demê re tam û wateya xwe ji dest dide û hêdî hêdî tê jibîrkirin. Rastiyekê heye ku îro kurd ji aliyê bedena civakî ve xurt in. Lê heke ku ziman wekî bingeha giyanî ya civakê were pejirandin, ewqas jî ji aliyê giyana civakî ve hejar in. Bedeneke ku giyana wê hejar be yan jî tune be, dikare ji nişka ve were xwarê. Zarokên kurd ên ku li giraniya Kurdistanê ji ziman û giyana xwe dipişivin, rastiyên xetere yên vê rewşê ne. Ji siyasetê bigre heta rewşenbîrî û beşên din ên civakî ku di vê hêlî de di meriyetê de zêde hêvî nadin jî mînakên xetere yên vê rewşê ne. Bi taybet rewşenbîriya kurd di vê hêlî de di ezmûneke trajîk re derbas dibe. Gelek rewşenbîrên cur be cur, nivîskar, çapxane, komele, hunermend û hwd hene ku bi qasî pêwîst be xwedî li erkên xwe dernayên. Zimanê kurdî ji dîrokê jî dêrîntir e. Lê rastiyekê heye ku îro birîndar e, nexweş e, bêkes e. Di vê rewşê de em wekî rewşenbîrên kurd nikarin wekî zimanê Îngîlîzî, Fransî, Tirkî, Erebî û hwd jê tiştan bixwazin. Di vê rewşê de ev ziman îro nikare me têr bike! Divê di serî de her beşên rewşenbîriya kurdî û hemû civak ji bo zimanê xwe bixebite û birînên wî bipêçe, wî ji nexweşiyê rake, lê xwedî derkeve da ku bêkes nemîne. Anku xwe jêre feda bike. Wî bilind û mezintir bike. Bi vî awayî nifşên pêşerojê dê bikarîbin bi vî zimanî bixwin. Divê ku bibe zimanê perwerdeyê, aboriyê, axaftina rojane, nivîsandin û xwendinê, fikirandinê. Li gorî civaksaziya nû zimanê kurdî ji endustriyê, medyayê bigre heya beşên hişê honakî, ji aliyê beşên pispor ên kurd û kurdî ve were sererastkirin. Ev nebe nabe ye.
Îro her ku diçe, teknolojiya ku ji hemû hêlan ve pêş dikeve, hebûn, jiyan û jiyînê wekî liv û tevger, frekans hildide dest. Her liv û tevger, anku frekansekê xwedî dengekî ye. Ji milyaran tovên ku bedena kesan, ji trilyonan tovên ku bedena civakî pêk tînin bigre heya deng, nîşane û alfabeyên ku mirovan di asta civakî de dîtiye û pê ragihandina kesayetî û civakî pêk tînin, ziman giyana civakî pêk tîne. Wisa be ziman, giyana civakî ye. Civaka ku zimanê xwe jidest bide, giyana xwe jî jidest dide û ew wekî civak êdî mirî ye. Bedena heyî dibe xurê rastiyeke yan jî civakeke din heya ku hat xwarin û qediya. Tişta ku dixwazin bînin serê kurdan ev e. Tişta ku kurd, bi xwedîderneketina li zimanê xwe ber pê de diçin jî ev e. Divê ku kurd ji vê riya jêneveger vegerin.
Dîsa ziman, bi hemû deng, reng, nîşane û wateyên xwe derûniya civakî pêk tîne. Heke ku bi milyaran, trilyonan deng û frekansên ku ji ser ve wekî alfabe şênber bûye û mejiyê mirov û civakî bi wan nîşaneyan pêşveçûna xwe saz dike, dadinasîne û derdixe zanebûn û jiyanê, ji serê mirov û civakê jê biçin, ev tê wateya bêbîrbûnê, jêçûna hişê çalak û gêjbûna civakî ku bi vî awayî derûniya civakî jî têk diçe. Civaka ku xwedî li van taybetmendiyên xwe yên bingehîn derneyê, li ber jevdeketinê ye û derûniya civakî pêre namîne. Di rewşên wiha de kesayetî yan jî aliyên herî neyînî dikarin ji nava wê civakî derên ku bikeve, meriyetên aliyên kurdan ên xwedî li zimanê xwe dernayên re, kurd îro li ber rewşeke bi vî awayî ne. Nakokiyên kûr ên civakî di rewşên bi vî awayî de ji nava heman civakî dertên.
Di vê rewşê de asta sêyemîn, hilweşîna çandî ye. Hilweşîna çandî, bi gelek awayên cur be cur pêk tê. Nepeyîvîna bi zimanê xwe, şermkirina ji ziman û pîvanên xwe, ji xwarin-vexwarinê bigre heya cil û bergan, paşverûdîtina nirxên xwe, hejar, kêmnirx, ji çav de ketina van hêman û nirxan, ji avahîsaziyê bigre heya pîşeyan û alavên debarî, kêm û bindest dîtina kar û barên xwe, jibîrkirina wêje û çîrok-destanên xwe, têrnekirina hestên bi vî awayî têkçûyî ya stran û beşên din ên hunerî û gelek mînakên bi vî awayî dikarin wekî mînakên hilweşîna çandî werin destnîşankirin. Lê asta herî xetere ya hilweşîna çandî, hilweşîn an jî pêkmeanîna pîvanên wekî şîn û şahî û terikandina welat e. Ev bi hejarketin an jî têkçûna sincî re pêk tê. Sinc, bi awayekî, wijdana şîn û şahiyan e jî ji bo civaka kurd. Lewre şîn û şahî, du hêmanên herî bingehîn ên ji hişê çalak ê civakî jî der, bi bingeha dîrok û giyana dîrokî ya civakî ve têkildar in. Du rewşên herî awarte ne. Şîn jî, şahî jî gelek caran li dervayê vîna civakî pêk tên. Di rewşên wiha de civak refleksên xwe yên civakî yên herî bingehîn pêk tîne. Hilweşîna rewşekê û vejîna rewşeke din e ku wekî awarte pêk tê. Lewma giyan û vîna civakî di van rewşên bi vî awayî de bi hemû hêza xwe hewl dide ku wekî xwe û li ser xwe bimîne. Lewma kevneşopên herî girîng ên çanda heyberî di kurdan de di şîn û şahiyan de hene û pêk tên. Lê hemû mijarên ku di vê nivîsî de cih hatin dayîn jî xwe di asta herî bilind de di şîn û şahiyan de dibînin. Tama şîn û şahiyan jî rist û wateya xwe di ziman de dibîne û diparêze. Lê li cihê ku êdî tişteke ku mirov ji hev re bêjin nemabe, welat tê terikandin. Ev, awayê herî giran ê hilweşîna çandî ye. Ev bi sedan sal in û bi taybet di vê sed salên dawî de kurd ji welatê xwe hatin nefîkirin. Lê kînga ku derfet dîtin, cardin vegeriyan welatê xwe û li ser ew bedewiyên ku dijminan kiribûn xirbe, jiyaneke nû vejandin. Bes ku îro him bi polîtîkayên taybet ên dewletên serdest û him jî ji ber van sedemên navxweyî ku kurd welatê xwe biterikînin, ev rewşa herî wêran a hilweşîna çandî ye û divê ku pêk neyê, li hemberî wê çare werin pêşxistin.
Rastiyekê heye ku bi taybet di vê sed salên dawîn de kurdan ji bo ku sedema hebûna xwe, şahiyên xwe bijîn û biparêzin, gelek şîn dîtin. Her şînên ku bi armanca ji holê rakirina şahiyên kurdan bi ser wan de hatin, wekî berteka dulîzmî ya jiyanî bûn sedem ku kurd hîna zêde bi şînên xwe re jî bibin yek û li benda şahiyên xwe bin. Neçarî û biserneketina pişaftin û qirkirina neyarên kurdan jî ev bû. Lê di demên herî zehmet de jî wate û pîvan hebûn ku xwe li ser digirtin û li ser lingan diman. Îro bi jibîrkirin, nepeyîvîn, li gorî şert û mercên îroyîn, nexwendin, nenivîsîn û bi vî awayî nedayîna jiyîn a zimanê kurdî re ya ku jidest diçe ev e. Lewre ziman jiyan e. Ziman wate û pîvan e. Ziman zanîn û wijdan e. Her dengekî ziman ji milyaran tevgerî pêk tê, bi vî awayî xelekên pîvanên sincî jî dihûne û civakê bi hev ve girê dide. Divê ku civaka kurd xwedî li van nirxên xwe derê û dest jê bernede. Bi van hest û ramanan careke din 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cihanê, di serî de li dayikên kurd, têkoşer û kedkarên zimanê kurdî û li hemû gelê kurd û zimanên cihanê pîroz be.


