Saziyên jinan ne mijara muzakereyan in!
Girîng e ku Rojava pozîsyona xwe ya heyî ji her alî ve xurtir bike. Bi hêza hevgirtinê, xwe mezin bike. Ruhê sazûmaniya yekgirtî, ji her demê zêdetir îro pêdivî bi vê heye. Gelê kurd helwesta ku raber kir daxwaza damezrandina kongreyê ye. Vê li hemû aliyê kurdî ferz dike. Rojava, ma ne hê di dorpêçê de ye.

Êrişa li ser Şoreşa Rojava û çavkaniyên jiyanê, bi şêweyên taktîka şerê taybet nirxên hevpar hedef girtin. Di hûrguliya li pişperdeya meseleyê de bazara di navbera aliyan de derket holê ku armanc ji holê rakirina pergala herêmên xweser e. Hêzên ku li hember Rojava biryara şer dabûn, eşkere ev digotin. Rojava tenê ne Rojava ye. Rojava, dilê Kurdistanê ye. Komplogera plana tasfiyêkirinê xistin dewrê. Niha berê şer li herêma başûrê Kurdistanê ye. Gefan li Qendîl, Mexmûr û Şengalê dixwin. Hedef Tevgera Azadiyê ye! Armanc jiholêrakirina herêmên xweparastinê ye. Kilîka şerxwaz di dewrê de ye. Di ajandaya Hakan Fîdan de, çareserî tune ye, bi şer tasfiyekirin heye. Di nexşerêya Rêber Apo de, muzakere, çareseriya demokratîk heye…
Hewldana rûxandina pergala jinan, ji bazara hêzên parêzvan ên HTŞê xala esas bû. Li hemberî vê destwerdanê di destekî jinan de çek û di destê din de zaroka xwe hebû. Ji biçûka heta mezinan xelkê parastina rûmetê kir. Jin, zarok, ciwan, kal û pîr di sengeran de mil bi mil şer kirin. Ji hemû beşên civakê, di erka xweparastinê de cih girtin. Li Rojava, tora ji rengê neteweyî bi ala berxwedanê xemilandin. Gelê kurd, di berxwedana Rojava de rizgarî, azadiya Kurdistanê dît. Kurdan li Rojava tiştek wenda nekiriye, yê vê îdiayê dikin kesên ku niyeta wa xirab e. Li berxwedana xelkê Rojava bêrêziyê dikin. Hedê xwe derbas dikin. Rojava qada biserxistin û jiyanê ye. Rojava stargeha jiyanê ye. Dergûşa şaristaniyê, perspektîfa azadiyê ye. Li Rojava ji niha û şûnde pêvajoyek nû dest pê dike. Guhertinên herêmî, wê şêwaza li siyaseta birêvebirina tevgerên kurdî bandor bike. Şert girîngiyê bi avahiya dîplomasiyê, li tevgerên kurdan ferz dike.
Rojava, xwe bi herfên zêrîn di dilê gelê kurdan de neqişand. Li Sûriyeyê, ber bi Kurdistana xweser ve gav hat avêtin! Yên dibêjin “Destana Rojava bi dawî bûye” xwe dixapînin. Destana Rojava nû dest pê dike. Em di despêka nivîsandina gotara vê destanê de ne. Em di destpêka destanê de ne. Rastiya ku di vê pêvajoyê de eşkere were gotin ev e: Bi destwerdana gel a li kolanên paytexên welatê cîhanê de, destana Rojava berbelavî hemû Kurdistanê bû. Tiştek ji heybeta Destana Rojava, kêm nebûye. Gelê kurd ji partiyên çar parçêyên Kurdistanê, daxwaza li darxistina kongreyê dike. Xwesteka hêza hevgirtî ya parastinê dike. Gelê kurd li dijî êrişên qirkirinê, gotina xwe bi yek dengî anî zimên. Niha dora gavavêtinê, ya partiyên Kurdistanê ye!
Girîng e ku Rojava pozîsyona xwe ya heyî ji her alî ve xurtir bike. Bi hêza hevgirtinê, xwe mezin bike. Ruhê sazûmaniya yekgirtî, ji her demê zêdetir îro pêdivî bi vê heye. Gelê kurd helwesta ku raber kir daxwaza damezrandina kongreyê ye. Vê li hemû aliyê kurdî ferz dike. Rojava, ma ne hê di dorpêçê de ye.
Di şexsê jina kurd de kevneşopiya berxwedanê, ya li dijî şaristaniya kapîtalîst qêrînek e. Nîqaşên vê destnîşankirina rêkeftina ji krîzên pergalê ye. Derbaskirina vê êdî pêdiviyek e. Diyarkirina helwesta xwerêveberiyê temsîlek e. Di vê wateyê de divê destkeftiyên sazî û destgehên jinan werin parastin. Heyîna rêxistinan, saziyên jinan nebin mijara nîqaşê. Ne gengaz e ku hebûna saziyên jinan, li gel HTŞê bibe mijara muzakereyê! Divê rê li ber vê nîqaşa vik û vala bê girtin! Saziyên jinan, ne mijara muzakerêyê ne. Li dervî nîqaşên muzakereyê ne…
Jinan, li herêmên Rojava tevî hemû beşên civakê xwe birêxistin kir. Pergaleke xweser a ayîdê jinan ava kir. Jinan bi avakirina saziyan, gelek destkeftî bi dest xistin. Xwe bi pêş ve birin. Kongra-STAR ji vê dozê re pêşengî kir. Têkoşîna edalet, wekhevî û nasnameyê da. Li dijî rêziknameya mêr-serweriyê, hevpeymana civakî pêşkeşî pêkhateyên herêmê kir. Tevî jinên ermen, kurd, ereb û suryan peymana civakî bi yek dengî erê kirin. Her wiha rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ev rêkeftina civakî qebûl kir. Ev pergala jinê ji bo avahiyên otorîte ku ji hêla mêran ve li herêmê serdest e, ‘tengezariyek’ mezin çêkir. Jinan, alternatîfa xwe-rêveberiyê bi saya têkoşînê bi pêş de bir. HTŞê dijminatiyê li sîstema jinê dike, li hember pergala demokratîk şer îlan dike. Şêweya vê hovitiyê, bi pêkanîna kiryaran îspat dike.
Şoreşa li ser têgiha azadiya jinê bingeh vedayî, helwesta jiholêrakirina destkeftiyan di dewrê de ye. Liv û tevgerên heyî nîşana hovîtiyê ne. Jinan bi yek dengî, bersiva plana ferzkirina ‘teslîmiyetê’ di sengerê şer de, li eniya berxwedanê da HTŞê. Jinên Rojava, ji tora mirovan dîwar çêkirin. Berxwedanê, ewlekariya jinan biewle kir. Jina kurd qedera xwe, nake destê ti kesî. Bi parastina şoreşê re, qedera xwe destnîşan dike. Jin, siruştiya xwe ava dike. Tevî hemû zor û zehmetiyan Rojava, wê di serdema bê de bi ser bixe. Têkoşîn dê misogeriyê bîne. Rewşa Rojava parçeyên din ên Kurdistanê, bondar dike. Rêveberiya xweser, modela xwe ava dike. Di vê wateyê de, ev konaxa destpêka pergalê ye. Ew pêşketinên siyasî, yên beriya vê pêvajoyê ne. Li welatên Avrupayê, dostên kurdan, behsa berxwedana Rojava dikin.
Jin hêza xwe, ji bîrdoziya rizgariya jinê, ji wêrekiya xwe digire. Ji çanda welatparêziya welatê xwe hildigre. Ji kaniya şoreşê vedixwe. 14 sal in, civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên DAIŞê, parastina axa xwe dike. Di vê oxirê de bi hezaran berdêl hatin dayîn. Jinan bawerî bi hêza xwe ya cewherî anî. Jinên cîhanê qala bedewiya YPJê dikin. Ji çar hêlên Kurdistan û cîhanê jin li dora berxwedana jinên Rojava xwe kom kir. Şoreş, qada xweseriyê ye…


