Çend rûyên asîmîlasyonê

Asîmîlasyon ne tenê wekî qelskirin û helandina ziman û çandê ye. Divê were zanîn ku ji danîna daran heta xwarin û vexwarinê ew her wekî qijnikan dixwaze xwînê bimije.

1 deqe xwendin
Çend rûyên asîmîlasyonê

Asîmîlasyon ku peyveke bi latînî ye, tê wateya “şibandin, danşibandin”ê. Li vir hewl tê dayîn ku tiştek bişibe tiştekî din lê di wateya xwe ya civakî û dîrokî de tê wateya ku “tiştek di nav tiştekî din de were helandin, were parçekirin.” Ku di kurdî de jî dema ji asîmîlasyonê re tê gotin “bişaftin” ev jî tê wateya ku tiştekî hişk, di nav tiştekî avî de were helandin.

Ligel ku asîmîlasyon bêhtir ji bo ziman û çandê tê bikaranîn, lê di civakên bindest û kolonîzebûyî de ev rewş ji ziman û çandê wêdetir, dibe helandina hebûnê. Di dîrokê de civakan di warê çand, ziman û kelepûrê de gelek tişt ji hev standine; gelek tişt li hev zêde kirine, ev têkiliyeke xwezayî ye. Ji ber ku li vir tehekum, desthilatdarî û zordestî tune ye, li ser esasê dewlemendkirina mirovatiyê, geşkirina estetîkê û fonksiyonelkirina pêdiviyan e. Lê di asîmîlasyonê de li ser serê gel û baweriyan her tim şûrek heye ku divê li gorî çanda serdest tevbigerin.

Ligel ku gelê kurd xwedî bawerî û zaravayên cihê ye, li Bakur nêrîna li asîmîlasyonê bêhtir nêrîneke sunnî û kurmancî ye û bi tenê li ser sed salên dawîn disekine. Di vê formulasyonê de civaka êzidî, kurdên elewî, kurdên mesîhî û cihû tune ne lê ev kategoriyên ku me rêz kirin, bi sedan belkî jî awayek ji awayan 1500 sal in di bin êrişên asîmîlasyonê û mijeke dortengkirinê de ne. Dema ku Îslamîyet ji rêyên qanihker û ‘vexwendina ser rêya rast’ bêhtir bi feth û zora şûr li Kurdistan û Mezopotamyayê belav bû, ji bo gel û bîr û baweriyan pêvajoya asîmîlasyonê dest pê kir.

Ji elewî û êzidiyên ku îbadet, cem û diayên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî dikirin; bi Xwedê û xwezayê re, bi roj û hîvê re bi kurdî diaxivîn, hate xwestin ku êdî bi erebî bi Xweda û xwezayê re biaxivin. Dema ku wan ev ferz kir û ‘vexwendina bi gefê’ qebûl nekir jî geh yekser geh jî gav bi gav hatin qetilkirin. Ji Kerbelayê heta Madimakê; ji dema Yavûz Sûltan Selîm heta Mareşê ev qetlîam domiyan. Elewiyên ku heta Komara Tirkiyeyê zext û zordarî li ser hebûna wan hebû; piştî Komara Tirkiyeyê ev zext û zordarî êdî li ser ziman û cema wan  pêk hat. Elewiyên ku bi hezaran salan bi kurdî cema xwe digerand, ji ber polîtîkayên înkar û qedexekirinê, berê çand û baweriya wan û piştre jî zimanê wan di nav çand û zimanê serdest de heliya. Heman rewş ji bo civaka êzidî jî lê ye ku, di dîrokê de 74 caran fermana wan hatiye rakirin.

Ji aliyê din ve asîmîlasyon tesîrê li ser têkiliyên civakî, bazirganî û danûstandinê jî dike. Li bajarekî dibe ku çand û tehekuma serdest, li ser ziman, bîr û baweriya elewî û êzidiyan zextan neke; lê bi hinceta ku ‘eşheda xwe nayîn in’ ji  qesabî goşt nakirin, goştê heywanên bi destê wan hatine serjêkirin naxwin. Li vir asîmîlasyon tesîra xwe li ser têkiliyên aborî û bazirganiyê jî dike. Ligel ku di hiqûqa îslamê de tiştekî wisa tune ye ku, ‘kesên alkolê vexwin 40 çil rojan heram in’ di nav gel de gotegotên wisa hene kî alkolê vexwe, 40 rojan ‘heram’ e. Ji ber ku di nav elewî û êzidiyan de vexwarina alkolê ‘ne heram e’; çanda asîmîlasyonîst li ser vê gotegotê dikare nanê ji destê van civakan jî nexwe. Ji ber ku nan di çanda îslamê de pîroz e, heke firina kesekî/e elewî û êzidî be, bi hinceta ku ‘ev kes heram in’ dibe ku ji wê firinê nan  neyê kirîn. Asîmîlasyon li ser bîr û baweriyan dibe wekî mengeneyekê, li cihê ku nikare wan bihelîne, wan dieciqîne û ava wan derdixîne.

Heke navekî rewşa asîmîlasyonê ya li Kurdistanê hebe, divê navê  ‘asîmîlasyona kolonyalîst e’. Ji ber ku ji asîmîlasyoneke helandinê wêdetir, ev rewş dibe asîmîlasyoneke bi hemû awayan tesîrê li hebûn û derdorê bike. Ji ber vê jî asîmîlasyon ne bi tenê di warê ziman û bîr û baweriyê de; di warê ekolojî û xwezayê de jî dikare bide der. Heta salên 1950yî li Kurdistanê qet darên çamê tune ne û nehatine danîn. Darên çamê yên heyî jî li saziyên dewletê ên wekî dibistan û nexweşxaneyê hatine danîn û piştre mirov dibîne ku êdî li her derê darên çamê hatine danîn. Çam dareke wisa ye ku rast bilind dibe, li gorî darên din mirov nikare guliyê wê jêbike û bike êzing; jixwe ti berê wê tune û tiştekî xwarinê pê ve nagire; tekane avantaja  ev ku zû mezin dibe û di her cure axê de dişitile. Darên çamê ligel ku ne li gorî sosyolojiya Kurdistanê ne û ji bo Kurdistanê nabe qadeke aboriyê; îro ji daristanan bigire heta nav bajaran ev dar tên danîn. Kurdistan qadeke wisa ye, bi darên mazî tê zanîn û darên mazî yek ji sembolên çiyayên Kurdistanê ye. Mazî û berûyên vê darê bi hezaran salan ji bo nexweşiyê û ji bo heywanan hatiye bikaranîn. Heywanan pel û çiloyên vê darê xwarine. Agirê darên mazî gur û geş e û bi hezaran salan ji bo mirovan bûye ardû. Dema ku li çiyayên Kurdistanê ji dêvla marên mazî, darên çamê werin danîn; ev dibe asîmîlasyona ekolojîk û pergala bi hezaran salan xera dibe. Îro ji ber sedemên wekî bêhna wê xweş e, tiştên xwarinê pê ve tên, siya wê mezin e û germahiya global kêmtir dike; darên cihê cihê dikarin werin danîn lê dema ku tekane cureyeke darê li her derê wekî polîtîkaya dewletê were ferzkirin, divê li ser asîmîlasyona xwezayê jî were sekinandin.

Tê zanîn ku di sed salên dawîn de li Kurdistanê bêhtir ‘çaya qaçax’ dihate vexwarin û ligel ku çaya li Tirkiyeyê dihate hilberandin ji ya qaçax erzantir bû jî, meyla gel neçû ser çaya li Tirkiyeyê tê hilberandin. Dewletê dema dît ku nikare tahma devê gel biguherîne, vê carê rê li ber  tiştî vekir ku bi şertê ku kargeh baca xwe û ya çayê bidin dikarin ‘çaya qaçax’ bifiroşin. Paradokseke ecêb e ku tiştekî sed sal in navê  bi qaçaxî derketiye, bi fermî û bi bandrol were firotin. Heke asîmîlasyona çayê bi ser biketa jixwe wê tahma devê gel biguheriya, lê ji ber ku ev asîmîlasyon heta qonaxekê bi ser neket, polîtîkaya asîmîlasyonê taktîkeke din danî ber xwe.

Ji ber  divê asîmîlasyon bi tenê wekî qelskirin û helandina ziman û çandê neyê dîtin. Divê were zanîn ku ji danîna daran heta xwarin û vexwarinê ew her wekî qijnikan dixwaze li xwînê bimije.