Bajarê sê beşên Kurdistanê bi hev ve dike: Zaxo

Şevê din min xewnek dît!Bi qasî ez xewna xwe bi ruh tînim, xewna min wanî bû: min dît ez di nav zeviyeke beyar û hinekî birewa/nedawî de bûm. Bi gavên aram û hinekî jî bi çavdêrî dimeşiyam.

1 deqe xwendin
Bajarê sê beşên Kurdistanê bi hev ve dike: Zaxo

Şevê din min xewnek dît!

Bi qasî ez xewna xwe bi ruh tînim, xewna min wanî bû: min dît ez di nav zeviyeke beyar û hinekî birewa/nedawî de bûm. Bi gavên aram û hinekî jî bi çavdêrî dimeşiyam. Paşê ez çûm li ber kendalekî sekinîm. Kendal ji xweber diherikî li ber nigê min. Ez bi xwar ve hatim, min kulmek ax ji axa kendal rakir û min di destê xwe de firidand.

Axa kendêl, nola hinê hûr û nola pîşo nermik bû. Min di dilê xwe de digot: meriv çi bi zar bike li ser vê erda beyar, ka xwedê dizane bê ew ê yeka wê çendan bide!

Hesteke gelekî aram dida min. Paşê min di ber kendal de çong veda û min bi nahperûkan, axa kendêl vexepirand. Bi vexepirandinê re, qelemek ket destê min. Min dîsa vexepirand. Qelemeke bi rengekî din ket destê min. Û min vexepirandina axa kendêl kudand. Her carê qelemek bi rengekî cuda bi dest min ve dihat.

Bi vî awayî ji hemû rengan, min gurzek qelem berhev kir.

Min xwe bi xwe ji xwe re di dilê xwe de digot: Aha ev qelemên hanê, ew ê êdî têra min bikin.

Gava li min bû sibe ez rabûm li ser xwe, hema hindik mabû ez derketama derve. Ji min wer dihat ku ez hema derkevim li ber devê derî, ez ê xwe di nav wê zeviyê de û li ber wî kendalê axê bibînim; ewqas xewn bi min rasteqîn dihat.

Min ev xewna xwe di bihara sala 2019’an de dîtibû û hingê min di rûpela xwe ya facebookê de parve kiribû. Gelek şîroveyên tabîrbêjên xewnan li binî hatibûn parvekirin. Hema hema rewşa jiyana min a dema li pêş ku ez aniha dijîm, şîrove kiribûn.

Seyahên navdar, ji Marco Polo bigire heta Kristof Kolomb, Americo Vespucci û heta Evliya Çelebî, her yek ji wan xwedî serpêhatiyeke awarte bûne.

Nizanim ev xewna min, ew ê min bigihîne van seyahên mohra xwe li dîrokê xistine yan na. Kurmê gerê jî, nola kurmê tiryakê ye; carekê meriv dest pê bike, zû bi zû meriv nikare jê biqere.



Gera min a heta niha, ji bo min ev hîn destpêk e. Lewra bi raya min gerokek, gerştiyarek ango seyahekî serkeftî, di destpêkê de divê ewil welatê xwe, dîroka xwe baş nas bike. Piştî hingê dikare li welatên din bigere û cîhanê nas bike. Ya ku min ji xwe re kiriye armanc jî ev e. Bêguman ez xwe ji wan seyahên navdar tevdekan sûdewertir dibînim. Lewra ez bi vê yekê baş serwext im go pêşiyên min, dê û bavê mirovahiyê ne. Ango mirovahiya îroj a pêşketî, çavên xwe di dergûşa pêşiyên me de vekirine.Cîhan ji erd heta ezman, deyndarê pêşiyên me ne. Ji ber ku min esalet û edeba xwe ji pêşiyên xwe yên mineta wan li ser mirovahiya pêşketî heye wergirtiye, ez xwe tibabekî bi siûd û bextewar dibînim. Xwezî bi dilê wî kurdî, yê ji vê zanînê re serwext.

Ez dibêjim welatê min. Lê mixabin welatê min jî ketiye zikê çar dêwan. Heta meriv xwe ji nav qîlê dêwekî derbas dike û digihîne nava hûrê wî, benê pişta meriv diqete. Gera li welatê me, zehmetrîn e ji çûyîna Sibiryayê. Çi! Na na wele ji çûyîna li ser hîvê jî zehmetir e. Çûyîna Sibiryayê jî û ya li ser hîvê jî, tenê li derfetên madî dinêre. Le ya welatê me?

Deriyê Xabûrê - Îbrahîm Xelîl

Di lêpirsîna xalên nasnameyan, nizanim di ya çendik û çendemîn de em gihaştin deriyê Xabûrê. Ji ber şewba koronayê û kêmbûna bazirganiyê, qerebalixî zêde tune bû.

Em ji bo karûbarê vîzeyê ji otobosê peyabûn û em li dû hev rêz bûn. Xortek li pişt min e. Diyar e ku ew jiçûyîn û hatinê re gelekî serbest e. Ez ji wî xortî dipirsim, dibêjim: Em gelekî bi hêsanî derbas bûn, gelo veger jî ew çend hêsan e? Xortê Qoserî kesereke kûr dikişîne, dibêje: “Ji kureeee abê! weleh li vegerê îmana me dileqînin. Carna ji kêfî malên me desteser dikin. Wê rojê li vegerê, her derê me “dîdîk dîdîk” kirin. Di nava çentê yekî de, taximek cilên binî yê jina hebû. Ji mexsûsî ew derpik rakirin hewayê, da ku her kes bibîne û ew çirandin avêtin dera hanê. Diyar bû wî mirovî ew diyarî ji jina xwe re anîbû. Weleh gelekî li zora me çû abê!”…

Piştî em vîzeya xwe distînin, em derbasî deriyê hêla Kurdistanê dibin. Ji deriyê hêla Kurdistanê re dibêjin, Deriyê Îbrahîm Xelîl. Piştî kontrola testa koronayê, em ji deriyê Îbrahîm Xelîl jî derbas dibin diçin Zaxoyê.

Ala Kurdistanê, ya li ezmanê şikişîn li ba dibe, wekî her kurdî min jî şanaz dike. Lê bi mebesta şikandina rûmeta kurdan, libabûna “diyariyên” kurdan ên li welatê xwe di gumrukên biyaniyan re, min ew çend hêrs û di