Balafirên Tirkiyeyê çiyayê li Hesekê bombe kir
Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk Çiyayê Kizwan ê başûrê Hesekê bombe kir.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk Çiyayê Kizwan ê başûrê bajarê Hesekê bombe kir. Navendê aşkera kir ku di heman demê de yekîneyên HSDê jî li eniya gundê Alya yê bajarê Til Temirê bersiva êrişa çeteyên girêdayî ŞAMê û HTŞê dide. Şer didome.

